Kurdistanî bi parlamentera Keskan Andreae re rûniştin

Şandeya Kurdistanî bi wekîla Keskan Kerstîn Andreae re rûniştin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, şandeyek ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrgê, Kurdistan Solîdarîtats komîtee û Dergeha Çanda Elewî, bi wekîla Keskan Kersteîn Andreae re rûnişt.

Di rûniştinê de rewşa siyasî ya heyî hate guftûgokirin. Endamên şandeyê ragihandin ku wekîlên HDP’ê, hevşaredar û bi deh hezaran kes bi şêwaza qirkirinê avêtine girtîgehan û bi dehan şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin û xwestin ku di vê mijarê de Partiya Keskan a Elman nerazîbûna xwe bi dengekî bilind diyar bike.

Andreae jî diyar kir ku ew weke partî jixwe vê mijarê dişopînin û diyar kir ku ew wekîla partner a Gulser Yildirim e û soz de ku pêwendiyeke taybet nîşan bide.

Her wiha agahî ji bo wekîla Keskan Kerstîn hate dayin ku di rojên bihurî de komeke nîjatperest a bi navê ‘Osmancli Ocaklari’’ (Ocaxê Osmaniyan) gef li Komeleya Elewî ya Mulheîmê xwarine, agahî hate dayin ku polîsê Elman bi awayekî kêfî bikaranîna mafê demokratîk ê Kurdan asteng dikin û li Elmanya siyasetmedarên Kurd têne girtin.