Elmanya wê penaberên ji Yewnanîstanê hatine vegerîne

Li Elmanyayê ku her du salên dawî zêdetirî 1.1 mîlyon serlêdanên penaberiyê hatine kirin, hikûmet amadekariyan dike ku penaberên ji Yewnanîstanê hatine vegerîne.

Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere, da xuyakirin ku wê ji îro û şûn de şertên Hevpeymana Dûblînê ya ku ji sala 2011’an ve ji bo penaberên ji Yewnanîstanê tên hatibû taloqkirin, dîsa bikevin meriyetê.

Wezîr ji Daîreya Koç û Koçberan a Federal (BAMF) xwest ku ji îro û şûn de penaberên ku li Yewnanîstanê serlêdana penabertiyê kirine bên vegerandin.

Li gor Hevpeymana Dûblînê ku dibêje pêwîst e penaberan li kîjan welatî serlêdan kiribin li wir bimînin, yên serlêdanek duyem kirine, divê bên vegerandin. Sala 2011’an bi hinceta ku li Yewnanîstanê şertên qebûlkirina penaberan ne guncav e, ji hêla welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hatibû taloqkirin.

Herî dawî meha bihurî, Komîsyona YE pêşniyar kiribû ku ev biryara li ser Yewnanîstanê bê rakirin.

Lê tê zanîn ku hê jî nêzî 60 hezar penaber li Yewnanîstanê di nav şert û mercên gelekî xirab de dimînin.