Med Nûçe û Newroz TV ji Eutelsat’ê tazmînatê dixwazin

Parêzerên Med Nuçe û Newroz TV ku weşana wan hatibû rawestandin, 12’ê Çile serî li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê dan. Herdu qenalên televîzyonê, ji bo her roja derengmayî ji Eutelsatê doza 10 hezar euro a tazmînatê kirin.

Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin wergirtin, dadgeh têkildarî tazmînatan wê 24’ê Çile biryarê bide.

Eutelsatê di parastina xwe de helwesta xwe ya berê dubare kir. Şîrketa peykê ji her du qenalên Kurd xwestibû ku rasterast bi wê re peymanê deynin. Lê Mednûçe û Newroz TV li gel biryara dadgehê peymaneke wiha red dike. Têkildarî Eutelsatê pênebaweriyek heye.

Herdu qenelan jî xwestibûn ku di ser şîrketa  Italî ÎKO re ku bi navbeynkariya şîrketa BSS’ê ya ku navenda wê li Beleçîkayê ye xwestibûn ku peyman were nûkirin. Tê diyarkirin ku hewldana neheq a ‘peymana rasterast’ a Eutelsatê bi wê bi mebestê ye ku dixwaze hinek dem bi dest ve bîne.

Weşana Med Nûçe bi daxwaza Tirkiyê, 3’yê Mijdarê hatibû rawestandin. Têkildarî rawestandina weşanê, Eutelsatê 29’ê Îlonê bi daxwaza weşanê bide rawestandin ji HotBîrdê re emaîl şandibû. Wê roja ku ev emaîl hatî şandin, li Tirkiyê stesyona ji 20’î zêdetir televizyon û radyoyan hatibûn girtin. 11’ê Cotmehê jî Eutelsatê weşana Newroz TV dabû rawestandin.

Rûniştina pêşî ya li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê ku bi serlêdana Newroz Tv û Med Nûçe dest pê kiribû, 26’ê Cotmehê hatibû dîtin. Biryara dadgehê ya li ser Newroz Tv û Med Nûçe 15 û 17’ê Mijdarê diyar bûbû. Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, di her du dozan de jî, Eutelsat mehkûm kiribû, xwestibû ku dest bi weşana xwe bikin.

Bi biryara dadgehê re diviya Eutelsatê dîsa weşana Med Nûçe bida destpêkirin, di rewşeke berevajî de jî, ji bo her roja derengmayî diviya 10 hezar Euro tazmînat diviya bida. Lê ne weşan hatin vekirin û ne jî tazmînat hatin dayin.