HRW’ê Rapora Cîhanê ya 2017’an ragihand
HRW’ê, Rapora Cîhanê ya sala 2017’an eşkere kir û got, “Tirkiye di mijara mafên mirovan de bi awayekî metirsîdar xirab dibe.”
HRW’ê, Rapora Cîhanê ya sala 2017’an eşkere kir û got, “Tirkiye di mijara mafên mirovan de bi awayekî metirsîdar xirab dibe.”
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ku têkîldarî mafên mirovan li seranserî cîhanê lêkolînan dike û diweşîne û navenda wê li Amerîkayê ye, Rapora Cîhanê ya 2017’an eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016’an veguherandiye ‘firsendê’.
Di raporê de her wiha hat gotin ku hikûmeta AKP’ê bi armanca zextê li mafên mirovan bike û garantiyên demokratîk ên mafên bingehîn ji holê rabike, hewldana darbeyê wek amûrekî bi kar tîne.
Di raporê de tê bibîrxistin ku di vê çarçoveyê de hikûmeta AKP’ê di 6 mehên dawî yên vê salê de bi awayekî girseyî rojnamevan binçav kirine, gelek dezgehên medyayê girtine, siyasetmedarên mûxalîf avêtine hepsan, hat diyarkirin ku zêdetirî 100 hezar xebatkarên gelemperî, bêyî prosedurên hiqûqî û darazî bikevin meriyetê ji wezîfeyê hatine kirin an jî hatin binçavkirin, xebatên bi sedan komên civaka sivîl hatine rawestandin û hikûmetê li ser darazê kontrola xwe tahkîm kiriye.
Her wiha, hovîtiya ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li bajarên Kurdan kirine jî di raporê de cihê xwe girt.
Di raporê de tê îfadekirin ku sala 2016’an li Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan zêde bûye, hat destnîşankirin ku piştî van binpêkirinan jî zextên mezin li ser tevgera siyasî ya Kurd çêbûye û tevî parlamenter û şaredaran bi hezaran aktîvîstên Kurd avêtine hepsan.
Têkîldarî raporê, Dîrektorê Ewropa û Asya Navîn ê Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan Hugh Wîllîamson axivî û got; “Hikûmeta Tirkiye, ji bo demokrasiyê xurt bike li şûna yekgirtinek li dijî darbeyê, bi awayekî bêrehm bi ser mûxalîfan de çû. Bi sed hezaran kes bêyî prosedurên hiqûqî an jî pêvajoyên darazî bikevin dewrê, ji wezîfeyê hatin kirin an jî girtin, medya serbixwe hat bêdengkirin û wekîlên mûxalîf ên Kurd avêtin girtîgehan. Bi vê ve jî Tirkiye ket nav krîza herî giran a nifşê dawî.”
NIFŞÊ OTORÎTERÊN POPULÎST TALOKEYEK E
Dîrektorê Îcrayê yê Rêxistinê Kenneth Roth ji bo raporê makaleyek nivîsî û destnîşan kir ku nifşê otorîterên populîst ên nû piraniya mafên mirovan ji bo îradeya xwe asteng dibîne û ji ber vê jî hewl didin têgîna parastina mafên mirovan serûbin bikin.
BINPÊKIRINÊN MAFÊN PENABERAN JÎ HEYE
Mijarek din a xwe di raporê de dide der jî hevpeymana penaberan a mabeyna Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê. Di raporê de tê bibîrxistin ku Tirkiyeyê bi YE re hevpeyman çêkiriye ku penaberên derbasî Yewnanîstanê bûne bi zorê bên îadekirin, hat ragihandin ku li milê din jî mahzûbantiyê ji 2.7 mîlyon penaberên Sûriyeyî re dike.
Hat destnîşankirin ku domahiya salê agahiyên mîna nobedarên sînor ên Tirkiyeyî, penaberên li sînorê Sûriyeyê vedigerîne û penaberên ku hewl didin derbas bibin jî tên gulekirin, gihiştine wan.