'Di nirxandina destûra bingehîn de dibe ku li Meclîsê surprîzek rû bide'

Parlamentera berê ya CHP'ê Melda Onûr got, "Eger dengdaneke veşartî bê kirin ez bawerim wê pêwîstî bi referandûmê nebe. Meclîs wê qanûnê qebûl neke. Ez hê bawerim, dibe ku di Meclîsê de surprîzek çêbibe."

Pêşniyara guhertina destûra bingehîn ku AKP û MHP ji bo sîstema serokatiyê li ser li hev kirine, hê li Meclîsê tê nirxandin. Di dema nirxandinê de li Meclîsê gelek caran alozî û şer rû didin. CHP û HDP balê dikişînin ser binpêkirina ûsilê. AKP û MHP jî hewl didin bi lez û bez xalên vê guhertinê bidin qebûlkirin.

Parlamentera berê ya CHP'ê ya Stenbolê Melda Onûr, li ser nîqaşên referandûmê ji ajansa me re axivî.

Melda Onûr, ku di heman demê de li nava Platforma Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê dixebite, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa li nava partiya desthilatdariyê.

Onûr got, "Sîstemeke welê tê ferzkirin, ku di gelek kesên li nava partiya desthilatdariyê jî wê qebûl nakin, lê mecbûr man e. Weke parlamente em hem partiya li desthilatdariyê nas dikin. Li gelek cihan em hem bi parlamenteran, hem bi siyasetmedar hem jî bi şêwirmendên li nava vê partiyê re rûdinên. Di nava AKP'ê de, qeta navbera hikûmetê, partiyê û Qesra Erdogan û şêwirmendên wî qut bûye. Em gilî û gazinên bi vî rengî dibihîzin. Parlamenter dibêjin, ew bi hêsanî nikarin xwe bigihînin Erdogan, êdî hikûmet bê qîmet bûye, tenê komeke biçûk a li dora Qesrê kêfxweş e. Di vir de rewşeke hevgirtî ya yekpare nîne. Lê ev tê fêhmkirin; Serokkomar di nava partiyê de komeke ne ji dil pê ve girêdayî, afirand."

Onûr destnîşan kir, ku eger bi rengekî veşartî dengdan werekirin û encamên vê dengdanê nebe sedema mexdûriyetan, ew bawer e ku mijara destûra bingehîn wê pêwîstiyê bi referandûmê jî nebîne û got, "Eger bi vî reng bê kirin, wê Meclîs vê guhertinê qebûl neke. Li Meclîsê hejmareke cidî ya parlamenteran heye, ku ji vê rewşê ne razî ye."

Melda Onûr ev pêşniyar li civakê kir: 

"Divê em bingeha demokratîk xurt bikin. Hinek ji Kurdan hez nakin, hinek jî ji CHP'yiyan. Divê her kes nêrînên xwe yên têkildarî hev kontrol bike. Pêwîste em karibin xwe bigihînin wê astê ku bi hev re bixebitin. Wekî din divê hin mirovên ku di nava vê civakê de bi rastî jî dikarin bibin lîder, werin teşwîqkirin. Hêvîdar im wê blokbûyînek li ser parastina qada xwe ya jiyanê bafire."