Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Tirkiyê çûne Spanyayê hatin girtin

Li Spanyayê 3 çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe ji êrîşê re amade dikirin, hatin girtin. Diyar bû ku çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê çûne Spanyayê.

Wezareta Karê Hundir ê Spanyayê diyar kir ku 2 endamên çeteyan li Ceûta ya li xaka Bakurê Efrîka ya Spanyayê, yê din jî li bakurê welêt Fîgueras hatine girtin.

Hate gotin endamên çete yên DAIŞ’ê di amadekariya êrîşê de bûn, piştî ku bi ser hin navnîşanan de girtine, çend çek hatine bidestxistin.

Hate gotin, yek DAIŞ’iyê Fasî ku pasaporta Hollanda li ser bû, ji Tirkiyê heta bi Spanyayê hatiye şopandin û beriya bi demeke kurt jî dibe ku ji qada şer vegeriyabe.