Li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê kiryarên xerab û îşkence

Binpêkirina mafên mirovan, kiryarên xerab û îşkenceya li girtîgehan di dema dawî de bi rengekî balkêş zêde bûne.

Girtiyê siyasî yê bi navê Ercan Bînay ji Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê name nivîsand û anî ziman, tevî 19 kesan e ji Girtîgeha Amasyayê 'sirgûn'î Elezîzê hatine kirin. Bînay anî ziman, zext li girtiyên hatine sirgûnkirin hatiye kirin ku bi rengekî tazî li ser wan bigerin û diyar kir, li qewîşan jî di bin anvê sermijartinê de her sibeh û êvarê şîdeta fîzîkî li wan tê kirin.

"19 girtiyên ku ji wan re nehat gotin dibin ku derê, piştî rêwîtiya ji 9 saetan, anîn Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê. Li pêşiya girtîgehê, bi zorê girtî tazî kirin, bi vî rengî li ser wan geriyan û bi koma ji 10 kesan xistin qewîşan. Li qewîşan çîmento û herî li ser cihê razanê bûn.

Li ber deriyê girtîgehê, eşyayên girtiyan hatin kontrolkirin û talankirin. Gelek ji wan bi gotina 'rêxistinî' ne hatin desteserkirin.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê, zext li girtiyan tê kirin ku sermijartinê li ser piyan û di rêzekê de bikin. Girtiyên van qebûl nakin, ji ber ku 'ranebûne ser piyan' dibin hedefa êrîşa fîzîkî û sixêfan.

Rêveberiya girtîgehê, mafê hevdîtina vekirî ya girtiyan kiriye 2 mehan carekê. Mafê axaftina bi rêya telefonê jî kiriye panzdeh rojan carekê.

Rojnameyên ji aliyê îdareyê ve hatine diyarkirin, ji girtiyan re tê dayîn. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi bi gotina 'qedexe' ye radestî girtiyan nayê kirin."

Bînay di dawiya nameya xwe de got, ev girtî bi wî re hatine sirgûnkirin: Cemalettîn Gursoy, Mûstafa Aytaç, Zekî Yildiz, Alî Yeşîl, Alî Hadî Ay, Mahmût Soner, Ayhan Memîşoglû."