Parêzer xwest komkujiya Parîsê ji nû ve bê lêpirsîn

Parêzerê malbatên her sê şoreşgerên li Parîsê hatin kuştin Antoîne Comte got, "Mirina Omer Gunye, ji bilî me bi kêrî her kesî hat."

Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn kuştin. Kujerê vê dozê yê girtî Omer Guney, di 17'ê Kanûna 2016'an de bi gumanbarî miribû.

Li gorî parêzerên bersûc, Guney ji ber enfeksiyona li pişikê miriye. Dihat zanîn ku di mejiyê kujer de jî nexweşî hebû, lê belê heta mirina wî li ser giranbûna rewşa tenduristiya wî ti daxuyanî nehatibû dayîn. Li ser mirina kujer, hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Lê belê kujer çend hefte beriya destpêkirina dozê mir. Dihat payîn ku doz di 23'ê Çileyê de dest pê bike û heta 24'ê Sibatê bidome.

Parêzerê malbatên her sê jinên şoreşger Antoîne Comte ji malpera Orîent XXI re axivî û got, "Mirina Omer Guney, ji bilî me bi kêrî her kesî tê." 

Comte da xuyakirin, ku mirina Omer Guney bi kêrî dewletên Tirk û Fransayê tê û wiha dewam kir: "Di nava dosyayê de gelek agahî û belge hene ku nîşan didin, Tirkiye aliyê fermana komkujiyê daye. Ev mirov li ku dibin bila bibin, divê bersivê bidin edaleta Fransayê. Navê kesên tevlî bûyerê bûne li ber destê me ne. Dozgeriya Fransayê bi rengekî vekirî, servîsên îstîxbarata Tirk sûcdar kir. Di mijara cînayetên siyasî de cara yekemîn dewlet weke berpirsyarê cînayetê hat nîşandan."

Comte her wiha got, "Belê Omer Guney mir. Lê belê divê ev yek were fêhmkirin. Di nava dosyayê de şirîkên vî sûcî û di asta siyasî de yên ferman dane, hene."

Parêzer Sylvîe Boîtel jî li ser kar û barên xwe yên ji niha û pê ve got, "Em ê îtirazeke nû bikin ji bo lêpirsîn ji nû ve bê vekirin û dadgerekî nû yê lêpirsînê bê wezîfedarkirin."

Boîtel got, "Eger dozger li ber rabe, ji bo dadgerekî lêpirsînê ji ber xwe ve bê diyarkirin, em ê bibin aliyê sivîl ê dozê. Ji bo em dosyayê di asta yên fermana cînayetê dane bidomînin, divê dadgerekî nû yê lêpirsînê bê wezîfedarkirin."