Dozger dîsa bi parêzerên rojnamevanan re rûnenişt

6 rojnamevan ev 21 roj in di binê çavan de ne. Derya Okatan jî 21 roj in di greva birçîbûnê de ye. Lê belê dozgerê lêpirsînê Yasan Yilmaz, bi parêzerên rojnamevanan re rûnanê.

Midûra ETHA Derya Okatan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya ahtiye girtin Omer Çelîk û nûçegihanê wê Metîn Yoksû, edîtorê berê yê Dîkenê Tûnca Ogreten, xebatkarê Bîrgunê Mahîr Kanaat û Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin, ji ber ku mailên Wezîrê Enerjiyê û zavayê Erdogan Berat Albayrak kirin nûçe, ev 21 roj in di binê çavan de ne.

Rojnamevan li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Sûcên Organîzeyî ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên girtin. Rojnamevan Okatan jî li dijî van pêkanînan ev 21 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Ji parêzerên rojnamevanan Sema Ozdemîr û Erman Ozturk, duh careke din çûn cem dozger Hasan Yilmaz û li ser rewşa muwekîlên xwe xwestin bi dozger re rûnên.

Parêzer Ozdemîr diyar kir, ku ew duh du caran ji bo hevdîtinê çûn û anî ziman ku di ya yekemîn de dozger ne li cihê xwe bûn, lê di ya duyemîn de tevî ku li cihê xwe nebû nexwest bi wan re rûnê. 

Parêzer Ozdemîr anî ziman, sekreterê dozger ji wan xwestiye ku bi rengekî nivîskî daxwaza xwe ya hevdîtinê ji dozger re ragihînin û got, "Ji xwe bi rojan e em daxwaza xwe radigihînin. Em dixwazin karên li binê çavan biqede û muwekîlên me derkevin pêşberî edliyeyê."

Cîgirê Serdozgerê Stenbolê Hasan Yilmaz piştî ku fermana binçavkirina rojnamevanan da, ji bo 15 rojan ketibû 'bêhvedanê' û ji 9 Çileyê de li karê xwe vegeriya bû.