ETHA: Rewşa tenduristiyê ya midûra me nebaş dibe
ETHA, li ser 6 rojnamevanên ev 20 roj in di binê çavan de ne civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Midûra ETHA'yê Okatan a di greva birçîbûnê de ye, roj bi roj nebaş dibe.
ETHA, li ser 6 rojnamevanên ev 20 roj in di binê çavan de ne civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Midûra ETHA'yê Okatan a di greva birçîbûnê de ye, roj bi roj nebaş dibe.
Midûra Berpirsyar a ETHA'yê Derya Okatan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk û nûçegihanê Stenbolê Metîn Yoksû, Edîtora berê ya Dîken Tûnca Ogreten, xebatkarê rojnameya Bîrgun Mahîr Kanaat û Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin ev 20 roj in di binê çavan de ye. Greva birçîbûnê ya Okatan a li dijî bêhiqûqiyên Rewşa Awarte, dewam dike.
Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) li ser binçavkirina rojnamevanan bi rengekî kêfî û rewşa tenduristiyê ya Okatan li avahiya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê Şaxê Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist.
OKATAN: EM Ê BIDOMÎNIN
Di destpêka civînê de peyama Derya Okatan ku bi rêya parêzerên xwe şandî, hat xwendin. Okatan spasiya her kesên destekê didin wan kir û got, "Moralê me baş e. Me rojnamevantî kir û em ê vî karê xwe bidomînin."
Midûrê Nûçeyan ê ETHA'yê Onder Oner da xuyakirin, ku ev 20 roj in bêyî tiştek bê kirin rojnamevan di binê çavan de ne û hemû serlêdanên wan jî hatin redkirin.
Oner bibîr xist, ku midûra wan Okatan ji bo bêhiqûqiya Rewşa Awarte şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, "Parêzerên me ji bo rewşa tenduristiyê ya Derya Okatan bişopînin, rojane diçin serdanê. Derya Okatan dikare av û şekir werbigire. Vîtamîna B1 bi kar tîne. Gelekî kêm kiriye. Ji ber cihê lê ye ne paqij e, bêhewa ye, her wiha ji ber greva birçîbûnê rewşa wê ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe."
Oner diyar kir, ji van pirsgirêkên tenduristiyê yên Okatan, yên biryara binçavkirina wan daye berpirsyar in û got, "Em dixwazin kar û barên têkildarî Derya Okatan û 5 hevalên me yên rojnamevan derhal bên qedandin û yekser serbest bên berdan."