Kurdên li Ewropayê wê ji bo azadiya Ocalan di 14'ê Çileyê de dakevin qadan

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 14'ê Çileyê de l gelek welatan çalakî bên lidarxistin.

KCDK-E ji bo çalakiyên 14'ê Çileyê yên li gelek welatan ji bo azadiya Ocalan bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 14'ê Çileyê de li gelek welatan çalakî bên lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîktatoriya Erdogan û faşîzma AKP'ê hê jî bi rêk û pêk tecrîda li ser Serok Abdullah Ocalan dişidîne û hewl dide wî li derveyî pêvajoyê bihêle."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev demeke dirêj e parêzer ji bo çûyîna giravê, malbat ji bo pêkanîna hevdîtinê û bikaranîna mafê telefon û nameyan serlêdan tên kirin. Lê belê ev daxwazên bingehîn ên însanî bi rengekî kêfî tên astengkirin. Astengkirina hevdîtina bi tevger, gel û malbata xwe re, hem binpêkrina mafên însanî yên navneteweyî ye, hem jî şidandina polîtîkaya dûrxistina wî ji netewe û gel e."

KCDK-E bibîr xist, ku wan beriya niha gelek caran dabûn xuyakirin, ku ew ê vê rewşê ti carî qebûl nekin û weke Kurdên li Ewropayê û saziyên wan ên polîtîk li dijî vê tecrîdê têkoşîneke bênavber bimeşînn.

KCDK-E destnîşan kir, ku tevî polîtîkaya tecrîd û rizandinê, ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve êdî mijara tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd jî di rojevê de ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan ji bo Kurdan gelekî girîng e û hat gotin, "Em bang li Kurdan û dostên Kurdan ên li Ewropayê dikin, ku beşdarî meş û mîtîngên em ê di 14'ê Çileya 2017'an de li gelek welatên Ewropayê lidar bixin, bibin."

'EM BI XURTÎ TEVLÎ BIBIN'

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Li gelek navendên Elmanyayê, li Parîs, Marsîlya, Swîsre, Swêd, Kanada, Norwêc, Awûstûrya, Kanada, Japonya, Awûstralya, Yewnanîstan, Romanya û gelek welat û bajarên din, em ê ji bo azadiya Serok Apo bimeşin. Erk û wezîyeke neteweyî ye ku bi rengekî çalak beşdarî van çalakiyan bibin. Xwedîderketina li Serok Apo xwedîderketina li şoreşê, li Kurdistanê li şehîdan e. Di çalakiyên 14'ê Çileyê de em careke din dengê xwe yê ji bo azadiya Rêber Apo bilind bikin."