Yuksekdag bang li jinan kir: Em çarenûsa xwe diyar bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag peyam da jinan. Yuksekdag got, "Jin wê çarenûsa xwe diyar bikin."

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandira ya Tîpa F ji Meclîsa Jinan a HDP’ê re peyam şand.

Yuksekdag di peyama xwe de got: "Li dijî wan ên ku dîlbûnê li me ferz dikin, her demê û li her deverê em divê xeta berxwedanê qeyîm bikin. Ev navenda ku hiş û ruhê me têr dike, her demê em xurt kirin. Em qeyîmbûna xwe ya li dijî hemû darbeyan jî ji vê hêza navendî distînin."

BERXEWEDAN SLAV KIR

Yuksekdag di peyama xwe de wiha got:

"Vîna jinê li dijî tundî û ferzkirina dîktayê, bû pêşveker û ne tenê di nav girseya jinan de, di nav hemû muxalefetê de bû xwedî risekî wiha ku hilmek pê standin. Li dijî rejîma zilamserweriyê ya ku hemû qadên jiyanê yên jinê dagir dike, mafê jiyanê desteser dike, weke cihoka têkoşîna yekbûyî ya alternatîf tevgera jinê ya girseyî beloq dibe. Muxalefata jinêya yekbûyî cihokeke dî li ber civakê vedike. Di vê cihokê de bi pêşketin, berfirehkirina vê cihokê, ji hilbijartinekê wêdetir, peywireke pêşî ya polîtîk e."

Yuksekdag bal kişand ser hewldanên hikûmeta AKP'ê, ku çarenûsa bi mîlyonan jinan, dixe destê şexsekî û got, "Jin wê nebin qurbanê vê çarenûsê. Bi gotina 'Na' jin wê li ber vê yekê rabin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin."

'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Di dawiya peyama xwe de Yuksekdag got, "Ew tekparêz in; em pir in, yekîtiya piran e. Em jin in, cuda ne, rengîn in... Û em dikarin her pirsgirêkê çareser bikin. Em dikarin her rêya ji aliyê siyaseta mêr ve hatiye girtin vekin. Sedemên me hene ku em bi îdîa bin, lewma divê em vê îdîaya xwe bi rengekî vekirî nîşan bidin. Hûn jî dizanin, jinên xwedî îdîa bi giranî ji aliyê siyaseta mêr ve bi 'zêdehî', bi 'zêdegaviyê' tên sûcdarkirin. Dem ew dem e ku bi biryardarî em bibin gelek. Em jin serî li ber tekparêziyê natewînin. Em pirtir dibin."