Rojnamevan dîsa hatin mehkûmkirin!

Doza ji Ozgur Gundemê Ersîn Çaksû û Midûr Harûn Eplî ku dihatin darezandin, îro biryar hate eşkerekirin.

Di rûniştina doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgurlukcu Demokrasî Ersîn Çaksû û Midûrê Karê nivîsê yê berê Harûn Eplî ku dihatin darezandin, meqamê îdîayê ku vexwendina amade kirî pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Rojnamevan beşdarî rûniştina doza rojnamevanan a li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbol ku li Çaglayanê nebûn, tenê parêzer amade bûn.

Meqamê îdîayê, bi îdîaya "Daxuyaniyên rêxisitinê weşandin" û " Propagandekirina rêxisinê" daxwaz kir ku rojnamevan bê cezakirin.

Parêzer Ozcan Kiliç jî di rûniştinê de parastin kir.

BIRYAR

Heyetê, piştî parastinê biryara hatî dayî eşkere kir. Ji bo her rojnamevanekê bi sûcê "Daxuyaniyên rêxistinî weşandin" 1 sal, 1 meh û 10 roj û ji sûcê "Propagandakirina rêxistinê" jî 2 sal û 8 meh ceza dan. Ceza di çarçoveya hikmê kontrolkirinê, biryar da di pêvajoya 5 salan de bê kontrolkirin. 

Doza di derbarê rojnamevanan de ji ber nûçeyên di jimara 25,26,28 û 31 Tebaxê de hatibû vekirin.