Botan: AKP’ê li dijî Kurdî şer ragihand
Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkildarî guherîna destûrê ya di dema Rewşa Awarte de daxuyanî da.
Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkildarî guherîna destûrê ya di dema Rewşa Awarte de daxuyanî da.
Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Lezgîn Botan li Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da, diyar kir ku AKP berê xwe daye dîktatoriyê û destûra Rewşa Awarte li gel ferz dikin.
Botan got di wê destûrê de ku tê ferzkirin tê de Kurd, Elewî û nasnameyên cuda nîn in.
Botan diyar kir ku dixwazin ku Kurd, Elewî û nasnameyên din sed salekî din jî ji nedîtî ve werin dîtin û got, bi BHQ’yên ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de derdixin, gelek saziyên weşanê yên Kurdî hatine girtin.
Botan diyar kir ku xebatên enstîtuyên Kurd hatine bidawîkirin, destûra xebatê ya dibistanên ku bi Kurdî perwerdehiyê didin, akademiyên zimên hatine betalkirin û got, AKP’ê li dijî Kurdî şer ragihandiye.
Lezgîn Botan têkildarî Suleyman Soylû yê Wezîrê Karê Hundir ê Tirk jî got, gefan li siyaseta Kurd dixwe û wiha got: ‘’Wezîrê Karê Hundir dibêje; 'Kesek êdî wê nikaribe navê PKK’ê hilde.' Bi van gotinan çanda Kurd, saziyên Kurd dike hedef. Gelo dixwaze bibêje ku êdî kesek wê navê Kurd, Kurdî nikaribe hildê?’’