Ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê meşa dirêj a ji bo Ocalan
Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de Kurdistanî wê ji Luksembûrgê heta Fransayê bimeşin, xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û komployê şermezar bikin.
Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de Kurdistanî wê ji Luksembûrgê heta Fransayê bimeşin, xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û komployê şermezar bikin.
Meşa dirêj wê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) ve bê lidarxistin û di 1'ê Sibatê de li Luksembûrgê piştî daxuyaniyeke çapemeniyê ji be avahiya Dîwana Edaletê ya Ewropayê dest pê bike.
Meşa dirêj wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, bilindkirina daxwaza 'Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê' pêk were. Meşvan wê ji Luksembûrgê berê xwe bidin Fransayê û piştî bajarên Aûdîn-le-Tîche, Thîonvîlle û Talange, bigihêjin bajarê Metzê.
Li gorî plansaziya çalakiyê, wê li bajarê Metzê konferansek li ser pirsgirêka Kurd bê lidarxistin û piştre meş ber bi bajarên Landremont, Saînt-Avold, Pûttelange-aûs-Lac, Sarre-Ûnîon û Phalsboûrgê dewam bike. Çalakgerên meşa dirêj wê di 10'ê Sibatê de bigihêjin Strasboûrgê û li herêma ku saziyên Parlamenta Ewropa û Konseya Ewropa lê ne, daxwazên xwe bi dengekî bilind nîşan bidin.
Çalakger wê dûre di 11'ê Sibatê de beşdarî meş û mîtînga mezin a li dijî komployê bibin û bi vî rengî dawî li çalakiya xwe bînin.
Ji rêveberên CDK-F Huseyîn Salîh Dûrmûş ji rojnameya Rebûblîcaîn Lorraîn re axivî û diyar kir, di çalakiyê de wê daxwaza wan a 'Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re' derkeve pêş.
Dûrmûş da xuyakirin, ku tevî gelek nûnerên kurd û rewşenbîran wê, dostên Kurdan ên Ewropî jî tevlî meşê bibin û bi vê yekê dixwazin rastiya Kurdistanê ya ku bi Peymana Sykes-Pîcot ji nedîtî ve hatiye, bidin nîşandan. Dûrmûş her wiha anî ziman, ku ew ê bixwazin cîhana Rojava ya destekê didin şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê vê desteka xwe di qada siyasî de jî bike.