Di doza Ozgur Gundemê de biryara pêşî: Bi awayekî taloqkirî 1 sal û 3 meh cizayê girtîgehê, 6 hezar lîre cizayê pereyan

Di rêza dozan de ku rêveberên weşanê yên nobeder dihatin darizandin cezayê pêşî diyar bû. Parêzerê mafê mirovan Şanar Yûrdatapan, 6 hezar lîre û 1 sal û 3 meh ceza xwar. Ceza hate taloqkirin.

Îro doza parêzerê mafê mirovan Şanar Yûrdatap ku bi mebesta piştevanî bi Ozgur Gundemê re kiribû û bibû rêveberê weşanê yê nobedar, hate dîtin.

22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîayên ku ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’’ û ‘’Weşana rêxistinê çap kiriye’’ cezayê pere û girtîgehê li Yûrdatapan hate birîn.
Yûrdatapan bi îdîaya ku ‘’Weşana rêxistinê par ve kiriye’’ 6 hezar lîre û bi îdîaya ku ‘’Propagandaya rêxistinê kiriye’ 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgehê ceza taloq kir.

Dosyaya Midûrê Karê Nivîsê yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku di nav heman dosyayê de dihate darizandin, jê hate veqetandin.

Şanar Yûrdatapan, 22’ê Kanûnê li dadgehê gotibû, ‘’Nûçegihanî hem peywira nûçegihan e û hem jî heqê nûçegihan e. Ev hem azadiya agahdarbûnê ye û hem jî heqê me yê azadiyê ye’’