Girtiyên li Girtîgeha Çankiri dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Çankiri, ji ber ku li cihê lê tên girtin kamera hatine bicihkirin, roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Çankiri, ji ber ku li cihê lê tên girtin kamera hatine bicihkirin, roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Zext û zordariya li girtîgehan, piştî ragihandina Rewşa Awarte roj bi roj zêde dibin.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Çankiri tên girtin, beriya niha dabûn xuyakirin, ku ew li dij in kamera li qewîşan, tiwalet û banyoyê bên bicihkirin. Tevî ku dozgeriyê biryar da li ser nerazîbûnên girtiyan kamera neyên bicihkirin jî, girtiyan bi rêya malbatên xwe gotin, kamera hatine bicihkirin.
Girtiyan bi rêya malbatênxwe ragihandin, ku ew ê ji roja Duşemê û pê ve bikevin greva birçîbûnê û heta kamera bên rakirin di grevê de bin. Girtiyan bang li parêzvanên mafên mirovan û wekîlan kirin, ku rewşê lêkolîn bikin.