Hamzaoglû: Tecrîda li ser Ocalan û girtina HDP’yiyan bandorê li siberoja her kesî dike

Prof. Onûr Hamzagolû ku di Civata Giştî ya 7. a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de weke Hevberdevk hate hilbijartin, bersiva da pirsên ANF’ê.

Hevberdevkê HDK’ê Prof Hamzaoglû diyar kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina wekîlên HDP’ê siûda çaresariya demokratîk kêm dike. Hamzaoglû bal kişande ser girîngiya eniya yekîtiya demokratîk, bang kir ku her deverê bikin qada têkoşînê.

Prof. Onûr Hamzagolû ku di Civata Giştî ya 7. a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de weke Hevberdevk hate hilbijartin, bersiva da pirsên ANF’ê.

Hûn bûne Hevberdevkê HDK’ê. Di dema nû de hûn ê çi xebatan bikin?

Di Civîna Giştî ya 7. de ku Mijdara 2016’an me pêk anî, bi pêşniyara pêkhateyên HDK’ê û delegeyên me min peywira hevseroktiyê da ser milê xwe. Li gel vê jî, ji Cotmeha 2011’an û vir ve, heta bi wê rojê di nav HDK’ê de, weke endamê Desteya Rêveber min xebat kiribû. Di dema nû de, ji bo bernameya me ku vîna hevpar hatî diyarkirin û teqwîma xebatê bi awayekî sazîyî pêk were, divê em avaniya navendî xurt bikin, ango, bi vegotine dî, divê em bikaribin xwecihiyan bêhtir çalak bikin, têra xwe destek bidine wan û bi temsîla xwecih re bibin yek. Weke hedefa pêşî ya Desteya Rêveber, pêkhate û beşdarên takekesî dikarim vê bibêjim. Raye û biryar bi navbeynkariya hemû delegasyonê wê ya hemû kedkarên HDK’êbe, em hewl didin ku her kes vê hîs bike. Piştî ku me ev pêk anî, piştî ku dil û mêjî bi tendiristî sazkar bû, em ê heq ji hemû karê ber xwe derkevin. Bi vî awayî, rûyê me wê nekeve ber me.

Li dijî eniya faşîst a AKP-MHP-Qesrê, tu li ser pêdiviya eniya demokratîk çi dibêjî?

Bi qasî ku ji zanista siyasetê em fêhm dikin, ti gumana me jê  nîn e ku van çend salan faşîzm heye. Di Civîna Giştî ya dawî de me ev tespîta xwe bi raya giştî re par ve kir. Heke li welatekî faşîzm hebe, weke li ser tiştên ku divê kirin me diyar kiribû, ne bi avaniyeke wiha ji rêzê, lê heta ku ji dest were, divê eniyeke berfireh a têkoşînê were rêxistin. Em jî di vê mijarê de zelal in. Ti lukseke me nîn e ku di nav vê çarçoweyê de kesê ku dixwaze tiştekî bike, em li derve bihêlin. Ji bo ku ev pêk were jî, piştî ku em hatin gel hev, tiştên ku divê çi werin kirin hatin diyarkirin, bernameya wê hate çêkirin, divê ev li fabrîkayan, taxan, ku dema wê hat li meydanan yeke yek an jî bi girseyî were parvekirin, di nav vê çarçoweyê de divê em girseyan bixin nav liv û tevgerê. Dema ku ev were kirin jî, bi taybetî dixwazim diyar bikim ku ti astengek li ber wan nîn e ku avaniyek jê bernameya xwe pêk bîne.

HDK, li kû dera yekîtiya eniya demokratîk e?

Em di navenda pêdivî û xebateke wiha de ne. Ez behsa wê dikim ku xeleka krîtîk, a herî krîtîk a zincîrê were sazkarkirin.

Di nav van şert û mercan de ku zext û zordarî li ser gelên Tirkiyê heye, AKP-MHP-Qesr destûra darbeyê hazir dikin. Li ser xebatên destûr nû çi dibêjî?

Destûr, weke ku navê wê jî li ser e, peymana civakî ye. Divê wiha be.  Ev metna ku van rojan, were qebûlkirin, wê Meclîsê û ji bo vê jî gel bêvîn bike, ji vê çarçoweyê dûr e. Hem hincetên ku wê derdixînin holê ( dibêjin ku ev metn wê krîza li welêt çareser bike), hem ji hêla amadekirina wê ve (dûrî civak û nûnerên wan, bi vederkirina du partiyên ku li Meclîsê ne, bi ser de, bi rewşeke wiha ku Serokwezîr jî naveroka wê baş nizane), hem pêvajoya guftûgokirina wê ya li Komîsyona Destûrê ya TBMM’ê li ti welatên demokratîk mînakên wê nehatine dîtin. Ev pêvajo jî ji bo hebûna faşîzmê divê weke daneyeke girîng were qebûlkirin.

Helbet di nav wî wêneyî de, li ser Ocalan ku dikare bibe hêza çareseriyê tecrîd tê girankirin. Tecrîd wêneyê heyî çawa giran dike?

Hem tecrîd hem jî rehîngirtina Hevberdevkên HDP’ê û wekîlan ( rakirina destlênedana wan û li gel ku li ser wan ti ciza nîn e jî, girtina wan a di nav girtîgehê de) çareseriya demokratîk dijwar dike. Li hêlekê astengiyên ku li ber rêbertiya gelê Kurd datînin û li hêla din jî astengiyên ku li ber wekîlên HDP’ê datînin ku li Tirkiyê partiya wan gelan, kedkaran, komên baweriyê ne ku dixwazin li ser zemîna wekheviya civakî siyasetê bikin, nayê qebûlkirin. Ziyana vê li siberoja me ya hevpar û demokratîk, li jiyana civakî ya wekhevîxwaz e.

Ji bo gelên Tirkiyê, di serdema nû de banga we çiye?

Pêşniyara min; em li her li kûderê bin, wê deverê bikin qada têkoşînê û ji bo vê xwe birêxistin bikin. Li hêlekê em ji nav mala xwe, li fabrîkaya ku em lê dixebitin, li dibistanê, li markêtê, em her li kû bin hem tiştên ku têne jiyîn berbiçav bikin, deşîfre bikin, li hêla din jî bi hevdemî ji bo jiyaneke însanî em tiştên ku em bi hev re bikin par ve bikin, em wêrek bin û hêviyê geş bikin.