BI DÎMEN

Li Dûîsbûrg, Dûsseldorf û Lîege ji bo Ocalan çalakî

Li bajarê Dûîsbûrg, Dûsseldorf ên Elmanya û bajarê Lîêge yê Belçîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê piştî banga Dîwanan Hevserokatiya KCDK-E'yê û şûn de, gelek Kurdistanî li pêşiya Şaredariya Dûîsbûrgê kom bûn.

Di daxuyaniya mîtîngê de wiha hate gotin: "Polîtîk û tecrîda girankirî ya ji aliyê faşîzma AKP'ê û diktator Erdogan a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin meşandin bi awayekî sîstematîk her ku diçe girantir û bê navber didome.

Ev demke pir dirêje, ne parêzer û ne jî malbat nikarin biçin hevdîtinê bikin, ev jî dide nîşandan ku kiryarên kêfî ne. Ne hevdîtina bi tevger, gel û malbatê re tê wateya binpêkirina mafê navneteweyî yê mirovan û hem jî tê wateya tecrîdekî girankirî ya li ser Rêberê Gelkî û her ku diçe girantir dibe.

Em carekî din bang li hemû Kurd û bi taybet civakên demokrat ên li Ewropayê dijî û saziyên polîtîk ên wan dikin ku li dijî polîtîkayên helandin û şikandinê yên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li polîtîkayên qirkirinê yên bê navber li ser gelê Kurd tê meşandin, bikevin nava têkoşînekî xurt de."

Piştî mîtîngê Kurdistaniyan ji pêşiya şaredariyê heta gara trenê meşek li dar xistin û li vir jî mîtîngek li dar xistin. Tevî provakasyonên nîjatperestan jî mîtîng li vir hate lidarxistin û dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrkirin.

DÛSSELDORF

Li bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk de bi sirûda "Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû" meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Di axaftinên Hevseroka NAV-DEM'ê Yildiz Fîlmcî û endama NCKD Mamosre Hejar ve hatin kirin de, hate diyar kirin ku heta Ocalan azad bibe wê têkoşînê xurt û bilind bikin û banga hestyariyê li her kesê hate kirin.

LÎÊGE

Îro li bajarê Lîêge yê Belçîkayê di pêşengtiya KCDK-E û NAV-DEM'ê de ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku li Qada Rûe Porte kom bûn, bi pankart û ala ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Lîbera Ocalan" û " Diktator Erdogan" hatin qîrkirin.

Piştî meşê li Qada Place Est Lambert mîtîngek hate lidarxistin, têkildarî çalakiyê belavok hatin xwendin û her wiha belavokên Fransî jî hatin belavkirin.

&