HDP ji hevdîtinên Destûrê vekişiya!

HDP’ê biryar da ku ji guherînên Destûrê yên îro vekişe

Sedema biryarê jî, ew bû ku ji ber Wekîlê Stenbolê Garo Paylan di rûniştina bihurî de ji ber ku peyva ‘qirkirin’ê bi kar anîbû, cezayê 3 rûniştina beşdar nebe, lê hate birîn.

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) di civîna 6’an a guherîna Destûrê de, îro vedikişe. Sedema biryara vekişînê jî ew bû cezayê tevlênebûna li 3 civînan a dayîn wekîlê Stenbolê yê HDP’ê Garo Paylan, bi sedema ku di hevdîtina bihurî de peyva ‘qirkirin’ê bi kar anîbûn.

Wekîla Serokê Koma HDP’ê Filîz Kerestecîoglû têkildarî mijarê axivî û wiha got: ‘’Duh, helwesta dijî hevalê me yê Ezîz Garo Paylan hatî nîşandan, helwesta li dijî mafê azadiya derbirîna ramanê ye û helkefta lînckirinê ye. Cezayê tevlênebûna li 3 rûniştinan heta niha nehatiye dîtin. Bi rojan e li gel her cure kêm kirinan, heqaretan û tifkirina, nivîsên ‘kûçik nikarin werin’, li gel ku kursiyê meclîsê ku ew gotin hatin kirin, hate şikandin jî, li gel ew çend tevgerên bi dest û milan ceza nehate dayîn jî, me dît ku ti cezayê şermezarkirinê jî nehate dayin. Em azadiya bikaranîna vî kursîyî, sînordarkirina azadiya siyasetê, di rastiyê de dizanin ku helwesteke li dijî me ye û ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Ji bo vê sedemê, em weke Koma Partiya Herêmên Demokratîk, dixwazin were zanîn ku em tevlî vê civînê nabin û gotinên xwe nabêjin.’’

Kerestecîoglû piştî vê daxuyaniyê, li gel wekîlên HDP’ê ji Civîna Giştî veqetiyan.