'Mertala Firatê': Têkşikîn, îstîfa û pevguhêziya miriyan!

Dewleta Tirk ji bo ku cenazeyê xwe bistîne mirî bi hev guhaztin!

Dewleta Tirk di Operasyona 'Mertala Firatê' de têk dişike û windahiyên xwe vedişêre, çeteyên DAIŞ’ê dest li ser çekên wan datînin. 50 pispor, efser, binefser ên ku li Babê peywirdar bûn, di van 15 rojên dawî de îstîfa kirin. Ya dî jî, dewleta Tirk ji bo ku cenazeyên leşkerên xwe bistîne, cenaze bi hev guhaztin.

Ev agahî di rojnameya Yenî Çagê de, di nivîsa îro ya Ahmet Takan de hatin weşandin.

Takan, di destpêka nivîsa xwe de, mirkûrhatinên 'jêderkên leşkerî' yên têkildarî ewlekariya Tirkiyê û têkiliyên komên ku Tirkiye ji wan re ‘komên muxalîf ên nerm’’ dibêje yên bi DAIŞ’ê re wiha par ve kir:

"Dîrok; 8 Çile 2017. Saet 21, Cih El Bab, gundê Akterîn ku 10 kîlometre dikeve Başûrê Babê. Komeke Tirkmen ku ji bo Tirkmenan şer dike, piştî ku tê ber guhê wan, hin komên xayîn ên di nav OSO ('Artêşa Azad a Sûrî')  de çek û teqemeniyê digihînin DAIŞ’ê, difiroşin wan, kete nav liv û tevgerê. Operasyonê li du TIR’an dikin. Bi ser TIR’an de digerin. Dest li ser malzmeyên leşkerî, teqezmeniyên di beşên veşartî de datînin."

DIXWAZIN ÎSTÎFA BIKIN LÊ BI ZORÊ WAN DIGIRIN

Takan balê dikişîne ser operasyonên li Babê wiha dibêje, "ku wiha biçe teqez e ku em ê berdêlên girantir bidin."

Takan dibêje, "Dema ku em rastiyên dibêjin bêhna hinan teng dibe. Lê tiştekî dî yê ku em bikin nîn e. Dilê miletê Tirk diêşe. Zarokên wan her roj li axê têne veşartin. Nexweşxaneyên Dîlok, Kilîsê û derdorê bi leşkerên me yên birîndar tije bûne. Etlahî jî li wan nakeve" û destnîşan dike ku moralên leşkeran şikestiye. Takan wiha dewam dike:

"Dîsa ji vê stûna xwe me gotibû ku moralê leşkerên me yên ku di operasyona Mertala Firatê de şikiyaye. Me bi wêneyan nîşan dabû ku di serî de xwarin û cihê ku lê bimînin ne têrkar in. Li gorî agahiyên ku min ji Seroktiya Serekerkaniyê standî, ji destpêka meha Çile ve,  50 efser,binefser, pisporên ku di  operasyona Mertala Firatê de peywirdar in, daxwaznameyên îstîfayê dan. Bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan a ku vê dawiyê derketî, dema xizmeta mecbûrî hate dirêjkirin û bi vî awayî pêşî li îstîfayan hate girtin."

MIRÎ BI HEV VEGUHAZTINE

Takan, diyar dike, têkildarî ku leşkerên Tirk ên ku hatine şewitandin ti daxuyanî nehatiye dayin vê agahiya balkêş dide:

"Kesek napirse; di nav qarawerê de, we hişkere kir ku 2 zarokên leheng ên Tirk ên ku di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî bûn şehîd bûn. Baş e, we çawa rahişte van cenazeyan û we anî Tirkiyê!.Min pirsî..Jêderkên Serekerkaniyê gotin; bi 6 miriyên DAIŞ’ê bi hev guhastin."

Ahmet Takan, bi taybetî diyar kir ku hemû agahiyên ku par ve kirine, bi 'jêderkên leşkerî' daye erêkirin.