Rojnamevan Semra Tûran li Çewligê hate binçavkirin
Nûçegihana DÎHA ya ku bi BHQ de hate girtin Semra Tûran bi îdîaya "Propagandakirina rêxistinê" ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Nûçegihana DÎHA ya ku bi BHQ de hate girtin Semra Tûran bi îdîaya "Propagandakirina rêxistinê" ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) ya ku 29'ê Cotmeha 2016'an bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, Semra Tûran li Çewligê hate binçavkirin. Di çarçovaya lêpirsîna di derbarê Tûran de hate vekirin, bi îdîaya "Propagandakirina rêxistinê" hate binçavkirin û şandin Midûryeta emniyetê ya Bajêr.
Piştî şandina emniyetê û şûn de Tûran ji bo malbata xwe ragihandiye ku hatiye binçavkirin, hat diyarkirin ku wê roja Dûşemê wê ji aliyê dozger ve îfadeya wê bê girtin.