Sekreterê Giştî yê NY'yê: Li Qibrisê em pir nêzî dewleta federal bûne

Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Gûterres, diyar kir ku hevdîtinên li Qibrisê baş derbas bûne û got: "Em pir nêzî dewletekî federal a du civakî bûne."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûteres, di navbera Konferansa Qibris a li ofîsa Cinêv a NY'yê ku di pêşengtiya NY dewam dikir de, bi Serokkomarê KKTC'ê Mûstefa Akinci û Serokê Rûm Nîkos Anastasîadîs re derketin pêşberî çapemeniyê.

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ NY: LI QIBRISÊ DEWLETA FEDERAL PIR NÊZÎK BÛYE

Gûteres destnîşan kir ku di civîna Konferansa Qibrisê de gelek mijar hatine destgirtin, ji bo mijarê Ewlekarî û Garantîkirinê divê li hevkirin pêk were.

Gûteres got: "Li şûn çereseriyekî bi lez, armanca me ew e çereseriyekî heta hetayî pêk were." Gûteres wiha pê de çû: "Em pir nêzîkî dewletekî federal a du civakî bûne. Em li benda mûcîzeyekê ne. Li vir çareseriyek bi destê van serokan nabe, biryara ku li vir derbikeve wê di referandomê de gel deng li ser bide."