ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rê nedan ku wekîl bi Demrîtaş re hevdîtinê bikin
Parlementer Sirri Sureya Onder û Celal Dogan ên ku xwestin bi Hevserokê Gişt yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bike, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin. -
HDP ji bo 'NA' ji sê bajaran bi rê dikeve
HDP sibe wê li Amed, Stenbol û Îzmîrê ji bo 'NA' bi gel re bicive. Di civînan de wê nexşeya xebatan, dirûşm û muzîk werin eşkerekirin. -
Mirovên li gundê Talatê hatine binçavkirin li ku ne?
Parlamentera HDP'ê Îrmez, li aqûbeta gundiyên li Talatê hatin binçavkirin û ji hingî ve agahî ji wan nayê girtin, pirsî. -
Konseya Ewropa: Tirkiye li ser rêya otokrasî û 'rejîma şexsekî' ye
Konseya Ewropayê da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê 'sîstema demokratîk bi rengekî dramatîk qels bûye û ketiye ser rêya rejîmeke şexsekî û otoktratîk." -
10 endam û rêveberên HDP'ê hatin girtin
Li Manîsayê, ji 11 kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, 10 kes hatin girtin. -
Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 14. de ye
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî bêdem û bêdorveger hat destpêkirin, di roja 14. de ye. -
Ciwanan bi şiyara 'Azad bike' li Swîsreyê şahî lidar xistin
Ciwanên kurd ên li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê dijîn, di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de şahiyek lidar xistin. -
Malpera rojnameya Elman li Tirkiyeyê hat astengkirin
Piştî ku nûçegihanê rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel hat girtin, malpera rojnameya Bîld a Elman jî, ku zext û zordariya li Tirkiyeyê li rojnamevanan tê kirin dinivîsîne, hat astengkirin. -
'Divê her kes bi zimanê xwe bêje NA'
Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu: Em li bendê ne dengekî bilind ê 'NA' ji Kurdistanê, dengekî bilind ê 'LA' ji cihên gelê Ereb lê dijîn û dengekî bilind ê 'HAYIR' ji rojavayê Tirkiyeyê bilind bibe. -
Doza Yucel: Sefîrê Tirkiye ji bo Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê hatiye vexwendin
Têkildarî girtina rojnamevan Denîz Yucel, Sefîrê Tirkiyeyê yê Berlînê vexwendiye Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê û têkildarî girtinê peyama protestoyê ragihandine. -
Pirsên têkildarî Yuksekdag ji Bînalî Yildirim hatin kirin
Onlu yê HDP’yî têkildarî betalkirina wekîltiya Yuksekdag pêşnûmepirsek da Bînalî Yildirim. -
Meclîsa Gel a Orebro di kongreya xwe de banga ‘NA’ kir
Meclîsa Gel a Orebro kongreya xwe ya 6’an bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk anî. Di kongreyê de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were deng dan, dengê ‘NA’ hate xwestin. -
Çîçek ê CHP’yî: AKP 16’ê Nîsanê dikare were rawestandin!
Serhengê berê, Wekîlê CHP’ê Dursun Çîçek ji ANF’ê re axivî û got ji bilî kesên ku ji desthilatdariya AKP’ê dixwin her kes ji polîtîka, hişmendiya dîktayê û şêwaza rêveberiya Tirkiyê ya bi destê hikûmetê tengezar e. -
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê bi CPT'ê re civiya
Delegasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî, li Strasboûrgê bi CPT’ê re civiya. Rayedarên CPT’ê, diyarkirin ku têkildarî rewşa Ocalan li benda bersivdayîna Enqereyê ne. -
15 kes li Manîsa û Edeneyê hatin girtin
Rejîma AKP-Qesra Erdogan, her ku referandûm nêzîk dibe operasyonên qirkirina siyasî zêdetir dike. Li Manîsayê 9 û li Edeneyê jı 6 kes hatin girtin. -
Yuksekdag: Di 15'ê Tîrmehê de hat dîtin ku em mafdar in
Fîgen Yuksekdag li rûniştina doza li dijî wê hat vekirin, axivî. Hevseroka HDP'ê destnîşan kir, ku gotinên wê yên bûn mijara vê dozê, di 15'ê Tîrmehê de piştrast bûne. -
Li Elmanyayê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn ava bû
Kurdên Anatoliya Navîn, li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ye kongreya xwe lidar xistin û PKAN-A ava kirin. -
Bîlançoya operasyona rojavayê Mûsilê: 929 çete hatin kuştin
Polîsê Federal ê Iraqê, encamên operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê eşkere kir, ku operasyon hê jî dewam dike. -
Ji parêzerên Ocalan peyama 'Essa Moosa'
Parêzerên Ocalan ji bo Essa Moosa peyama sersaxiyê dan. -
17 xwendekar hatin binçavkirin
Polîsên Tirk bi fîşekên plastîk êrîşî xwendekarên li Zanîngeha Stenbolê kirin û 17 xwendekar binçav kirin. -
Li Wûppertalê xebatên ji bo dengê 'NA' dewam dikin
Xebatên kampanya 'NA', ku li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî dest pê kirin, bi berfirehî dewam dikin. -
Civîna Dolmabahçeyê bi çi rengî hat plankirin?
Alî wê xal bi xal serenav nîqaş bikira û ji bo formulekirina naverokên wan, di hin xalan de komîsyoneke ji pisporan bihata avakirin. Xala herî dawî ya 10 xalên di 28'ê Sibatê de hatin aşkerekirin, guhertina destûra bingehîn bû. -
Plansaziya çalakiyên kampanya 'NA' ya li Ewropayê
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, wê di nava mehekê de li Ewropayê çalakiyên ji bo dengê 'NA' bên lidarxistin. 'Platforma NA' ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir. -
Malbatên girtiyan: Bila daxwazên li Şakranê werin qebûlkirin
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat destpêkirin, di roja 13. de ye. Malbatên ku xizmên wan li Girtîgeha Şakranê ne bang kirin û xwestin, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. -
Dewleta Tirk li Cenevre û Brukselê hat şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li bajarê Cenevre yê Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê hat şermezarkirin.