HDP ji bo 'NA' ji sê bajaran bi rê dikeve
HDP sibe wê li Amed, Stenbol û Îzmîrê ji bo 'NA' bi gel re bicive. Di civînan de wê nexşeya xebatan, dirûşm û muzîk werin eşkerekirin.
HDP sibe wê li Amed, Stenbol û Îzmîrê ji bo 'NA' bi gel re bicive. Di civînan de wê nexşeya xebatan, dirûşm û muzîk werin eşkerekirin.
HDP wê sibe li Amed, Izmîr û Stenbolê bi hevdemî starta kampanya 'NA' bide û di civînan de wê nexşeya pêvajoya referandûmê diyar bike. Di civînên 3 navendan de wê dirûşm û muzîk were eşkerekirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û pêkhateyên wê, sibe wê li Amed, Îzmîr û Stenbolê di heman demê de têkildarî referandûmê ku wê dîktatorî were dengdan starta 'NA' bide. Di civînên 3 navendan de li gorî rewşa resen a herêman wê mesajên girîng werin dayîn. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Ahmet Turk û wekîlên HDP’ê wê di civînan de amade bin. Her wiha partî û saziyên civaka sivîl jî hatine vexwendin.
Di civînan de wê xebatên referandûmê werin eşkerekirin û heta 16’ê Nîsanê li gorî vê wê xebat werin kirin. Tê payin ku di civînan de li gorî reseniya herêmê giringiya 'NA'yê were vegotin. Di civînên gel de wê logo, afîş, dirûşm û muzîk jî werin eşkerekirin. Logo, dirûşm û afîşên ‘na’ li gorî herêman hatine diyarkirin.
'WÊ MUZÎK Û DIRÛŞMA NA WERE EŞKEREKIRIN'
Di civînên gel de wê muzîkên referandûmê werin lêxistin. Ev bi rojan e ku ji bo muzîk diyar bibe xebat dihatin kirin, ji bo 'NA' bi dehan hunermend û kom dixebitîn. Ji gelek stranên ku hatin yek jê hate hilbijartin. Dîsa hunermendên nas ji bo referandûmê xebat kirin. Muzîka referandûmê jî sibe wê were hişkerekirin.
Dirûşma pêvajoya referandûmê ya bi Kurdî wê li Amedê û ya Tirkî jî wê li Stenbolê were dayin. Di civîna Amedê de wê yekîtiya neteweyî ya Kurd jî were destnîşankirin.
WÊ PEYAMÊN HEVSEROKAN WERIN XWENDIN
Di civînên gel de wê peyamanên hevserokên gitşî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka DBP’’ê Sebahat Tuncel werin xwendin. Her wiha ji axaftina hevserokan wê sînevîzyonek were amadekirin. Her wiha di civînan de wê muzîk hebe, vîdeo û konferans bi zindî wê werin weşandin.
LI SÊ CIHAN DI HEMAN DEMÊ DE
Civîna gel saet 12.00’an li Salona Cîty a Dawet û Konferansê ya li Kayapinar a Amedê, ya Stenbolê wê li Otêla Dedemanê ya semta Leventê û li Izmîrê jî wê li Navenda Pêşangah û Kongreyê ya Tepekule a MMO’yê were lidarxistin.