'Divê her kes bi zimanê xwe bêje NA'
Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu: Em li bendê ne dengekî bilind ê 'NA' ji Kurdistanê, dengekî bilind ê 'LA' ji cihên gelê Ereb lê dijîn û dengekî bilind ê 'HAYIR' ji rojavayê Tirkiyeyê bilind bibe.
Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu: Em li bendê ne dengekî bilind ê 'NA' ji Kurdistanê, dengekî bilind ê 'LA' ji cihên gelê Ereb lê dijîn û dengekî bilind ê 'HAYIR' ji rojavayê Tirkiyeyê bilind bibe.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, refearndûm di serdemeke ku dûrî mercên hilbijartinê ye, tê kirin. Kurkçu anî ziman, pêkhatina referandûmê li cihekî ku dadgeriya adîl hatiye betalkirin û azadiya ramanê lê nîne, tê wê wateyê ku zext li her kesên ne alîgirê hikûmetê, tê kirine.
Parlamenter Ertûgrûl Kurkçu diyar kir, ev referandûm hilbijartineke welê ye ku li Tirkiyeyê di nava şert û mercên antî demokratîk de tê lidarxistin û got, "Di rewşekê de ku li Kurdistanê qedexeya derketina derve, zext û şîdet dewam dike, gelo referandûm çawa dikare pêk were?" Kurkçu wiha dewam kir: "Bi rastî jî rewşeke xetere û tirsnak heye. Tevî vê yekê jî divê em hewldana Erdogan a erêkirina dîktatoriyê têk bibin. Bi dîtina min, tevlîbûna li refearndûmê û dayîna dengê NA, gelekî girîng e."
'RÊYA DAWÎ YA DÛRKETINA JI DÎKTATORIYA FAŞÎST E'
Kurkçu destnîşan kir, referandûma 16'ê Nîsanê, rêya dawî ya dûrketina ji dîktatoriya faşîst e û got, "Eger em karibin Erdogan têk bibin, wê nema karibe bêje, 'ji ber ku gel min dixwaze, ez li vir im', 'ji ber ku gel destekê dide min, ez dîktatorê we me'. Lewma tevlîbûna li referandûmê gelekî girîng e. Di sibeha 17'ê Nîsanê de dema ku dengê NA bi ser ket, wê her tişt ji nişka ve li welêt neguhere. Lê belê dîktatorî wê hemû avantajên xwe yên manewî ji dest bide. Wê tevahiya cîhan bibîne ku ev dîktatorî nayê xwestin, ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Rewşa piştî vê jî êdî karekî têkoşîna siyasî ye; lê belê ji bo bidestxistina avantajê, divê em wêneyekî nîşanî Erdogan bidin bê bi çi rengî xuya dike û li tevahiya cîhanê teşhîr bikn. Dîktatoriya Tayyîp Erdogan wê neqede; lê belê têkoşîna em wê xurtir bibe. Divê her kes bi zimanê xwe bêje NA. Em li bendê ne dengekî bilind ê 'NA' ji Kurdistanê, dengekî bilind ê 'LA' ji cihên gelê Ereb lê dijîn û dengekî bilind ê 'HAYIR' ji rojavayê Tirkiyeyê bilind bibe."
'LI EWROPAYÊ MORAL DI ASTA BILIND DE YE'
Ertûgrûl Kurkçu li ser xebatên HDP'ê yên li Ewropayê agahî da û anî ziman, rêxistinbûn û moralê Kurdistanî û Tirkiyeyiyan roj bi rol bilindtir dibin. Kurkçu bibîr xist, koçberên siyasî, Elewî, karker, j bo destekê bidin têkoşîna li Tirkiyeyê di nava hewldanên berfireh de ne û got, "HDK-Ewropa ava bû. Kombûna li hev a Kurdistanî û Tirkiyeyiyên lİ Ewropayê û avakirina navendên têkoşîna hevpar girîng bû. Li Ewropayê zemîneke têkoşînê ava dibe û ji vî alî ve moral gelekî bilind in. Ji ber bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin bi fikar in, lê belê ji bo têkoşînê hê bêhtir amûr û derfet li ber dest hene."
'DIVÊ GEL BÊJIN NA, LA, HAYIR'
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Kurkçu da zanîn, ji bo guhertina çarenûsa gelan ev referandûm gelekî girîng eû wiha got, "Eger paradîgma Ocalan hê derbasdar e, eger em di nava polîtîkayeke hevpar a rizgariyê de dimeşin, birêxistinan dengê 'NA' di 16'ê Nîsanê de, wezîfeyek e, wezîfeyeke azadîparêz e. Ev yek gelek tiştan ji bo me nafirîne jî wê gelek tiştan bi dîktatoriyê bide windakirin. Ji bo me ev gaveke gelekî girîng e. Dayîna dengê 'NA' nayê wê wateyê ku em destûra bingehîn a heyî qebûl dikin. Ev yek tê wateya astengkirina destûra bingehîn a ji ya heyî gelekî xeteretir e. Bêguman, ji bo Tirkiye bibe xwedî rejîmeke demokratîk û azadîparêz, ji bo hêz ji têkoşîna li dijî mêtîngeriya Kurdistanê bê dayîn, em ê piştî 17'ê Nîsanê jî hewldanên xwe bidomînin. Lê beriya her tiştî em li bendê ne ku gelên me bêjin NA, LA, HAYIR."