Li Elmanyayê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn ava bû

Kurdên Anatoliya Navîn, li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ye kongreya xwe lidar xistin û PKAN-A ava kirin.

1. Kongreya Damezrandinê ya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li Elmanyayê (PKAN-A) li bajarê Hanaû pêk hat.

Zêdeyî 100 delegeyên ji bajar û eyaletên cuda yên Elmanyayê beşdarî kongreyê bûn.

Di destpêka kongreyê de, li ser navê Komîteya Amadekar Omer Koyûncûer axivî û diyar kir, pêkhatina kongreya Kurdên Anatoliya Navîn di pêvajoyeke bi vî rengî de, bersiva herî mezin a li dîktatoriya şexsekî û faşîzma AKP-MHP'ê ye.

Piştre Cengîz Bînyil, Hacer Şîmşek û Mehmet Çoban ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî peyamek şand û kongre pîroz kir. Hevserokê PKAN-E Şevket Kazan, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan, li ser navê YJK Hessenê Rûken Karakoç û li ser navê kovara Bîrnebûn Sûltan Dag weke qiseker beşdarî kongreyê bûn.

Karsaz Bekîr Atîk jî diyar kir, ew ê her tim piştgiriyê bidin xebatên Kurdên Anatoliya Navîn.

Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya Platformê akademîsyen Dr. Melîha Dogan û Aygun Akdogan hatin hilbijartin. Ji bo berdevkiya Başûrê Elmanyayê Omer Koyûncûer, ji bo Berdevkiya Eyaleta Koln-Bonnê Mehmet Altûndag, ji bo Berdevkiya Munster-Dortmûndê Cemal Yalçin, ji bo Berdevkiya Bakurê Elmanyayê Sefkan Canbeg hatin hilbijartin. Ji bo Karê Jinan jî Petagog Sûltan Dag hat hilbijartin.

Di kongreyê de her wiha hat destnîşankirin, ku ew ê bi ruhê seferberiyê tevlî kampanya 'dengê NA' ya referandûmê bibin.