Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê bi CPT'ê re civiya
Delegasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî, li Strasboûrgê bi CPT’ê re civiya. Rayedarên CPT’ê, diyarkirin ku têkildarî rewşa Ocalan li benda bersivdayîna Enqereyê ne.
Delegasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî, li Strasboûrgê bi CPT’ê re civiya. Rayedarên CPT’ê, diyarkirin ku têkildarî rewşa Ocalan li benda bersivdayîna Enqereyê ne.
Endamê Desteya Şêwirmendiya Enstîtuya Navneteweyî ya ji bo Ekolojiya Civakî û Zanîngeha Leeds a Enstîtuya Erdnîgarî ya Westmînîste Ferderîco Vendûrînî û endamê Rûmetê yê Parlemtoya Ewropayê (PE) Francîs Wûrtz, li Strasboûrgê bi CPT’ê re hevdîtinekî dirêj pêk anîn. Heyetê di hevdîtinê de bal kişandine ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şert û mercên jiyanê.
Rayedarên CPT’ê, diyar kirin ku Ocalan bi hesasyetekî mezin li mijarê dinêre. Rayedaran diyarkir ku çavdêrî û dîtinên xwe yên di serdana meha Nîsana 2016’an ya li Îmraliyê bi rayedarên Enqerê re parvekirin û niha li benda bersivên bêne.
Her wiha rayedarên CPT’ê diyarkirin ku têkildarî rewşa Ocalan wê di hevdîtinên din de bixin rojevê û di vê çarçovê de tê payîn ku li gel Enqerê hevdîtinek bê çêkirin.
Degelasyona Aştiyê ya Îmralî ya Navneteweyî di rojên bihurî de ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûbû Tirkiyeyê, lê hikûmeta Tirkiyeyê rê nedabû ku biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.