BI DÎMEN

Sirri Sureya Onder li Londonê bi girseyî hat bibîranîn

Li Londonê ji bo endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, çalakiyekî bîranînê ya girseyî hate lidarxistin.

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, li Londonê bi çalakiyekî girseyî hat bibîranîn. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Londonê hat lidarxistin û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, siyasetmedar Serpîl Kemalbay û Osman Baydemîr û gelek kes tevlî bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiyê destpê kir. Di bîranînê de ji bo Sirri Sureyya Onder mûm hatin pêxistin û li dora wêneyê wî qurnefîl hatin danîn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Londonê Îshak Milanî ve hat kirin. Milanî diyar kir ku Sirri Sureya Onder bi jiyan, têkoşîn û helwesta xwe ya şoreşgerî mîrateyekî mezin ji gelan re hiştiye û wiha got: “Ez careke din hevrêyê gelê Kurd û rêhevalê Rêber Apo bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”

Osman Baydemîr ragihand ku Sirri Sureyya Onder gotiye, “Ez bi gelê Kurd re di nobeta piştevaniyê de me” û got ku ew ji bo aştiyekî bi rûmet û avakirina demokrasiyê her tim bi gelê Kurd re di nava nobeta piştevaniyê de bû.”

Serpîl Kemaybay jî destnîşan kir ku kesên ku Sirri Sureyya Onder avêtin zindanê îro pesnê wî didin û wiha got: “Sirri Sureyya Onder bi hemû maskeyên faşîzmê re têkoşiya. Rûbirûyê hemû zilmên dewleta Tirk a bêrehm ma. Lê tu car li dijî faşîzmê gav paşde neavêt. Herî dawî ji bo wekhevî û azadiyê di pêvajoyekî girîng de bû aktorekî girîng û mîrateyekî hêja ji me re hişt. Em ji wekî şoreşger, şervanên azadiyê, sosyalîst û kesên ji bo azadî û wekheviya gelê Kurd têdikoşin, li dijî kesên ku vê pêvajoya aştiyê wekî “bidawîkirina terorê” bi nav dikin, vê pêvajoyê bi aştî û azadiyê re tacîdar bikin.”

Piştî axaftinan Osman Baydemîr  Serpîl Kemalbay sersaxiyan qebûlkirin.