Yuksekdag: Di 15'ê Tîrmehê de hat dîtin ku em mafdar in

Fîgen Yuksekdag li rûniştina doza li dijî wê hat vekirin, axivî. Hevseroka HDP'ê destnîşan kir, ku gotinên wê yên bûn mijara vê dozê, di 15'ê Tîrmehê de piştrast bûne.

Rûniştina doza li dijî Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku bi îdîaya 'heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye' hat vekirin, li 9. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mersînê pêk hat. Yuksekdag  bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê beşdarî rûniştina dozê bû.

Yuksekdag got, "Ji ber du axaftinên min ên li Mersînê, 5 yan jî hejmareke hê zêdetir doz li min hatin vekirin. Di gilînameyê de gotineke tenê der barê mijarê de nîne. Ez siyasetmedar im û weke siyasetmedarekê mafê min heye ku rexneyên xwe bi rengekî azad bînim ziman. Gotinên min der heqê Ahmet Davûtoglû de got, di çarçoveya rexneyê de ne. Em bi Ahmet Davûtoglû re rûniştine û axivîne jî. Heqaret nîne. Li gorî feraseta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, gotinên min heqaret nînin. Divê gotinên min di çarçoveya rexneyê de bên dîtin. Ez siyasetmedar im û mafê min e ku rexne bikim. Eger pêwîstî pê hebe, dikarim hişk jî baxivim."

Fîgen Yuksekdag da xuyakirin, ku gotinên di gilînameyê de weke sûc hatine nîşandan, tenê beşek axaftina wê ne û destnîşan kir, bi 15'ê Tîrmehê re piştrast bû ku hemû gotinên wê di wê demê de anî ziman, mafdar in.

Rûniştina dozê ji bo 17'ê Adarê hat taloqkirin.

Yuksekdag der barê doza li Mersînê ji ber axaftina wê ya li kongreya HDP'ê ya navçeya Akdenîzê lê hat vekirin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da. Yuksekdag di vê dozê de jî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "Biçûkxistina miletê Tirk, komar û meclîsa mezin a Tirk" tê darizandin. Yuksekdag di vê rûniştinê de xwest, dosyayên mîna vê yên dişibin hev, bibin yek.

Parêzeran jî heman daxwaz kir. Dadgehê jî biryar da ku mijar bi 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re were nirxandin û rûniştin taloqî 23'ê Adarê kir.