Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê di şexsê Şervanê QSD’ê Cegerxwîn Gulo ê ku di 8’ê Gulanê de li Qamişloyê dema li ser erka xwe bû şehîd bû û Endamê Heyeta Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, ji bo şehîdên meha Gulanê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre siyasetmedar Pero Dundar axivî û bal kişand ser veguhertina tevgera azadiya Kurd.
Pero Dundar bi boneya Roja Dayikan di destpêka axaftina xwe de dayikên şehîdan bi bîr anî û wiha got: “Ez hêvî dikim ku rojên xwe yên bi êş li pey xwe bihêlin û rojên xweştir bibînin.”
Pero Dundar bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û ragihandina lidarxistina kongreya PKK’ê û wiha got: “Îdeolojiya me û baweriya me bi hêz e. Em bawerî bi xwe tînin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.”
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de endamên Meclîsa Ciwanan a Kasselê, Roja Dayikan a dayikên şehîdan û hemû dayikan pîroz kirin û qurnefîl belavî dayikên beşdarî çalakiyê bûne kirin. Di çalakiyê de kêliyên bi hestiyar hate jiyîn. Nûnerên KOMAW’ê di şexsê şehîdê ewil ê partiyê Hakî Karer de hemû şehîdan bi bîr anî.
Ji aliyê KOMAW’ê ve desteyek gul diyarî dayika Şehîd Hevrê Çiya hat kirin û dayika şehîd di axaftina xwe de wiha got: “Ez vê gulê diyarî hemû zarokên xwe yên ku ji bo gelê xwe li ber xwe dane û şehîd bûne dikim.” Piştre dayikan qurnefîlên di destê xwe de danîn pêşiya wêneyên şehîdan.
Heval Muharrem ku di çalakiyê de wekî axivîner cih girt, bal kişand ser têkoşîna Hakkî Karer, Mehmet Karasungur, Denîz Gezmîş û hevalên wî, Hozan Mizgîn, Sirri Sureyya Onder û Şehîdên Meha Gulanê û wiha got: “Bîranîna wan wê rêya me ronî bike.”