BI DÎMEN

Li Wûppertalê xebatên ji bo dengê 'NA' dewam dikin

Xebatên kampanya 'NA', ku li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî dest pê kirin, bi berfirehî dewam dikin.

Komeleyên AGÎF, ADHK, KCDK û HDK-Wûppertal li hev civiyan û platfromeke nû ya hê xurt a 'NA' ava kirin.

Piştî civîna van saziyan, li ser navê platforma nû Huseyîn Îşbîlîr ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî ya li Bakurê Kurdistanê û Tiriyeyê. Îşbîlîr da xuyakirin, ku destûra bingehîn a heyî nebaş e, lê destûra bingehîn a ku AKP û MHP'ê amade kirine, ji ya berê bêhtir nebaş e.

Îşbîlîr li ser xebatên xwe agahî da û diyar kir, ew ê civînên gel lidar bixin, serdana komeleyên herêman, dikandar û malbatan bikin. Îşbîlîr got, "Em ê bi afîşên xwe, bi belavokên xwe, bi bangên xwe vê kampanyayê bimeşînin. Em ê saziyên li herêma xwe ziyaret bikin û kampanyayê berfireh bikin. Di vê çarçoveyê de me civînek lidar xist û platforma xwe ragihand."