Dewleta Tirk li Cenevre û Brukselê hat şermezarkirin

Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li bajarê Cenevre yê Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê hat şermezarkirin.

Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li bajarê Cenevre yê Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê hat şermezarkirin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, zext û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê hatin şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad Cenevreyê hat lidarxistin.

Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn dan xuyakirin, ku ji bo lenetê li çeteyên faşîst û hikûmeta AKP'ê bînin, ew li hev civiyan e û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Nisêbîn ne bi tenê ye" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" qîriyan.

Çalakgeran bang li Kurdên li Ewropayê kirin ku berxwedanê geş bikin, xwedî li vîna xwe derkevin û dakevin qadan.

Di çalakiyê de her wiha bi 5 zimanan (Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, Elmanî û Fransî) banga li her kesî hat kirin ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên bi zimanên Fransî û Kurdî qediya.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya Parlamenta Ewropayê, ji bo Xerabê Bava çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de wêne û pankartên bi nivîsa şermezarkirina dewleta Tirk hatin vekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.