Şehîdên Meha Gulanê li St. Gallenê hatin bibîranîn

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn û wiha hate gotin, “Em bi serxistina îdialên şehîdên xwe dikarin bibin layiqê wan.”

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallen û Komaleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de di serî de pêşengên wekî Denîz Gezmîş û hevalên wî, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Halîl Çavgun, Çaran, Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn, Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Gelek xizmên şehîdan û Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre Berdevkê KOMAW a St. Gallenê Muzaffer Çinar axivî û wiha got: “Ew di oxira îdealên xwe de jiyana xwe fedakirin. Xwedîlêderketina li şehîdan erka me ya bingehîn e.”

Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran ku beşdarî bîranînê bû, Roja Dayikan di serî de li dayikên şehîdan hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Ez bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ku me anîne vê rojê ditewînim. Şehîdên me bi berdêla canê xwe têkoşîna azadiyê heta îro anîn. Em jî bi serxistina îdealên wan dikarin bibin layiqê wan.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê, bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.