Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 14. de ye

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî bêdem û bêdorveger hat destpêkirin, di roja 14. de ye.

18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawîbûna binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk, roja 15'ê Sibatê bi rengekê bêdem û bêdorveger dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê di roja 14. de ye. Ji beşa T2 8, ji T3 5 û ji beşa Jinan jî 5 girtî tevlî grevê bûne.

Ji Girtîgeha Şakranê ku veguheriye navendeke îşkenceyê, her roj agahiyeke nû li ser binpêkirina mafên mirovan û îşkenceyê tê. Malbatên ku çûn hevdîtinê, bû hedefa îşkenceya fîzîkî û nêzîkatiyên nebaş. Malbatan gotin, ji ber ku cezayê derneketina hevdîtinê li girtiyan hatiye birîn, ew nikarin agahiyeke zelal ji girtîgehê bigirin.

Malbat, ji ber rewşa li Girtîgeha Şakranê bi fikar in.

Daxwaza girtiyên li Girtîgeha Şakranê di grevê de ne, ev in:

"Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Girtiyên nexwêş bên dermankirin. Di dema serjimartinê de dawî li sekna leşkerî bê anîn. Bila gardiyan bi rengekî komî navêjên ser qewîşan. Astengiyên li ber aktîvîteyên civakî û xwendina pirtûkan bên rakirin. Dest ji şertê bikaranîna qerta bi sînga xwe ve dikin, bê berdan. Rêya têkiliyê di navbera qewîşan de bê vekirin. Zextên bi rêk û pêk ên li girtîgehê bên qedandin."

'DIVÊ BI LEZGÎNÎ TIŞTEK WERE KIRIN'

Yek ji girtiyên di grevê de ne, Necdet Kaya ye. Xizmê Kaya Alî Kaya da xuyakirin, ku cezayê hevdîtin û axaftinê li girtiyan tên birîn û xwest, heyetek bi lezgînî biçe girtîgehê. Kaya got, "Me bihîst ku wê hevdîtinan qedexe bikin. Heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin wê di greva birçîbûnê de bin. Divê raya giştî bala xwe bide ser mijarê. Ew der ji xwe veguheriye navenda îşkenceyê. Eger şîdetê li me jî dikin, wê çaxê hûn bifikirin bê çi tînin ser girtiyan. Di demeke nêz de wê nehêlin bi telefonê jî baxivin. Pêwîste her kes di vî warî de tiştekî bike."