Pirsên têkildarî Yuksekdag ji Bînalî Yildirim hatin kirin
Onlu yê HDP’yî têkildarî betalkirina wekîltiya Yuksekdag pêşnûmepirsek da Bînalî Yildirim.
Onlu yê HDP’yî têkildarî betalkirina wekîltiya Yuksekdag pêşnûmepirsek da Bînalî Yildirim.
Wekîlê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Unlu têkildarî betalkirina wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîngen Yuksekdag pêşnûmepirsek da Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim.
‘BIRYAREKE SIYASÎ Û TÊKILDARÎ REFERANDÛMÊ YE’
Di pêşnûmepirsê de hate gotin ji ber sedema ku Yuksekdag tevlî merasîma cenaze bûye bi propagandaya rêxistinê hatiye sûcdarkirin û 27’ê Mijdara 2013’an bi biryara Dadgeha Cizayê Giran ê 7. Edene 10 meh ceza lêh atiye birîn û Daîreya Cezayê ya Darza Bilind 22’yê Îlona 2016’an ev ceza pejirandiye, lê Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî nivîsa têkildarî betalkirina wekîltiyê ya li ser navê Serokwezîr 8’ê Sibata 2017’an ango piştî biryara Daraza Bilind bi 5 mehan şandiye.
Ji bo vê jî Onlu ev biryara ya li ser Yuksekdag weke biryareke siyasî nirxandin û diyar kir ku ev biryar dijî Destûrê, rêziknameya Meclîsê û mewzûata navnetewî ye.
Alîcan Onlu yê HDP’yî ji Serokwezîrê Tirk Yildirim bi mebesta bersivandinê ev pirs kirin;
1-Biryara cezayê ya li ser Yuksekdag piştî pejirandinê bi 5 mehan hatiye.
2- Gelo rasthatiniyeke ku ev biryar beriya referandûmê hatiye dayin?
3- Betalkirina wekîltiya Yuksekdag ne tinehesibandina vîna hilbijêran e?
4- Biryara têkildarî wekîlan a ku cezayê wan teqez bûye ji bo dawiya serdemê tê hiştin. Ev biryara têkildarî Yuksekdag li gorî rêz û rêçikên meclîsê ye?
5- Hikûmet bi cezakirina Yuksekdag vîna hilbijêran tine ne hesibandiye?
6- Ji ber sedema muxalefete karîger a Yuksekdag ev biryar hatiye dayin?
7- Bi awayekî bê hiqûqî û derveyî destûrê mebest ji vê biryarê ew e ku HDP were bêfonksiyonkirin?
8- Dema biryarê ne watedar e?
9- Bi girtina hevserok, wekîl û bi Rewşa Awarte re bi girtina bi hezaran xebatkarên wê, hûn partiya herî mezin a 3. û beşên civakî yên muxalîf terorîze nakin?