Mirovên li gundê Talatê hatine binçavkirin li ku ne?

Parlamentera HDP'ê Îrmez, li aqûbeta gundiyên li Talatê hatin binçavkirin û ji hingî ve agahî ji wan nayê girtin, pirsî.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, li aqûbeta Mahmût Ûzûn û Abdûrrahman Oker ên li gundê Talatê yê Nisêbînê hatin binçavkirin û ji hingî ve agahî ji wan nayê girtin, ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû pirsî.

Îrmez di pêşniyar pirsa xwe ya li ser mijarê de bibîr xist, ji 11'ê Sibatê û vir ve gundê Xerabê Bava û ev 8 roj in jî gundên Talatê Cibilgirav ên navçeya Nisêbînê dorpêçkirî ne.

PIRS

Parlamentera HDP'ê Îrmez ev pirs ji wezîrê Tirk Soylû kir:

Necat Yildiz, Mahmût Ûzûn û Abdûrrahman Oker li ku ne?

Haya we jê heye ku agahî ji Necat Yildiz, Mahmût Ûzûn û Abdûrrahman Oker nayê girtin û malbatên wan li wan digerin?

Wezareta we ti karî dike, ku derxîne holê bê Necat Yildiz, Mahmût Ûzûn û Abdûrrahman Oker li ku ne? Eger karekî we yê bi vî rengî tinebe, çima nîne?

Kesê ku telefona Necat Yildiz vekir û xwe weke leşker da naskirin kî ye? Ji bo tespîtkirina vî kesî, hûn tiştekî dikin?

Bûyerên bi vî rengî, ku di salên 90'î de gelek caran qewimîn, raya giştî dixe nava tirs û fikaran. Lewma gel li benda daxuyaniyekê ye. Weke wezaretê hûn ê kengî agahiyê bidin raya giştî?

Necat Yildiz ê ku navê wî di pêşniyar pirsê de derbas dibû, leşkeran roja Şemiyê ew anîn malê.

SOYLÛ ÎŞKENCE PARASTIBÛ

Li aliyê din, Wezîr Suleyman Soylû îşkenceya li van gundan li gundiyan hatiye kirin qebûl kir û parast. Soylû di axaftineke xwe de li ser mijarê gotibû, "Di demekê de ku têkoşîna li dijî terorê dewam dike, parlamenterekî mûxalefetê radibe dibêje 'Li gundê Xerabê Bava çi diqewime? We çima dor li gundekî li wir girtine?' Qala extiyarekî dike. Dibêje 'Hûn îşkenceyê li wî dikin'. Ew zilamê ku hûn jê re dibêjin extiyar e, malovaniyê ji terorê re dike." Soylû bi van gotinên xwe xwest, îşkenceyê rewa bike.