Malpera rojnameya Elman li Tirkiyeyê hat astengkirin
Piştî ku nûçegihanê rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel hat girtin, malpera rojnameya Bîld a Elman jî, ku zext û zordariya li Tirkiyeyê li rojnamevanan tê kirin dinivîsîne, hat astengkirin.
Piştî ku nûçegihanê rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel hat girtin, malpera rojnameya Bîld a Elman jî, ku zext û zordariya li Tirkiyeyê li rojnamevanan tê kirin dinivîsîne, hat astengkirin.
Tê texmînkirin, piştî ku rojnameya Bîld navê hemû rojnamevanên ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatine girtin weşand, biryara girtina malpera wê hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Welt, malpera înternetê ya Bîld Zeîtûng, ku di dema dawî de balê dikişîne ser zextên li Tirkiyeyê, ji duh êvarê û vir ve hatiye girtin. Dema ku malpera rojnameyê tê vekirin, hişyariyek bi zimanê Tirkî li ser astengkirina malperê derdikeve pêşiya xwendevanan.
Tê gotin, sedema bingehîn a girtina malpera rojnameyê ew e, ku Bîld piştî girtina nûçegihanê rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel bal kişand ser polîtîkayên faşîst ên AKP'ê. Di malpera înternetê ya rojnameyê de navên xebatkarên çapemeniyê yên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatine girtin, li ser rûpelekî reş bi gotina 'Ev nûçegihan li Tirkiyeyê girtî ne' hatine nivîsandin.