Meclîsa Gel a Orebro di kongreya xwe de banga ‘NA’ kir
Meclîsa Gel a Orebro kongreya xwe ya 6’an bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk anî. Di kongreyê de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were deng dan, dengê ‘NA’ hate xwestin.
Meclîsa Gel a Orebro kongreya xwe ya 6’an bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk anî. Di kongreyê de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were deng dan, dengê ‘NA’ hate xwestin.
Kongreya Meclîsa Gel a Orebro bi tevlêbûna bi sedan Kurdistanî hat lidarxistin.
Li kongreyê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd Ayşe Goktepe axivî û got, dewleta Tirk û rejîma AKP’ê ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdan û têkoşîna demokrasiyê asteng bike li hêlekê êrîşên xwe yên bi ser Tevgera Azadiyê de didomîne û li hêla din jî yasayan binpê dike û hilbijartiyên Kurd digire.
Goktepe diyar kir li gel ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşê dibe ser Kurdan jî nikare pêşî li berxwedanê bigire û ji bo vê jî destûra bingehîn a dîktatoriyê aniye rojevê. Goktep bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên Swêdê kir di referandûmê de ku 8-9’ê Nîsanê wê were kirin dengê NA bi kar bînin.
‘EM BI KURDAN RE HEV DIGIRIN’
Nûnerên rexêstinên demokratîk û partiyên siyasÎ yên Swêdê ku tevlî kongrê bûne diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên bi ser Kurdan de ew li pişt Kurdan in.
Wekîla Partiya Moderat Lotta Olsson û Endamê Meclîsa Şaredariya a Orebro a ji Partiya Demokratîk a Xiristiyanan Behcet Barsom di axaftinên xwe de gotin ku ew geşedanên li Kurdistanê û Tirkiyê dişopînin û li dijî van êrîşan ew li cem Kurdan in.
Nûnerên Partiya Çepgir jî diyar kir ku talokeya faşîzmê ya li Tirkiyê bi yekbûna Kurdan, gelên din ên kêmar dikare were rawestandin.
Di kongreyê de Songur Aram û Muzaffer Welat weke hevserokên Meclîsa Gel hatine hilbijartin.
Kongre bi dirûşma ‘’bijî serok Apo’, ‘jin jiyana azadî’’ bi dawî bû.