Li Bensheimê çalakiya Cejna Zimanê Kurdî
Li Bensheimê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de îşaret bi hewldanên ji bo parastin û pêşketina zimanê Kurdî hate kirin.
Li Bensheimê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de îşaret bi hewldanên ji bo parastin û pêşketina zimanê Kurdî hate kirin.
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê bi boneta 15’ê Gulanê Cehna Zimanê Kurdî çalakî hate lidarxistin. Mamosteyên Kurdî, nivîskar û helbestvan tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd destpê kir.
Axîver li ser rewşa heyî ya Kurdî ya li diasporayê nirxandin kirin.
Bi beşdaran re pirs û bersiv hate kirin û piştre xwarinên kevneşop ên Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Di çalakiyê de îşaret bi hewldanên ji bo parastin û pêşketina zimanê Kurdî hate kirin û piştre çalakî bi dawî bû.