15 kes li Manîsa û Edeneyê hatin girtin

Rejîma AKP-Qesra Erdogan, her ku referandûm nêzîk dibe operasyonên qirkirina siyasî zêdetir dike. Li Manîsayê 9 û li Edeneyê jı 6 kes hatin girtin.

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, ji 10 kesên roja 15'ê Sibatê hatibûn binçavkirin, 9 kes bi biryara dadgehê hatin kirin. Kesên hatine girtin ev in: "Mehmet Alî Cengîz, Selahattîn Dagli, Berfîn Çelebî, Mustafa Gunhan, Mehmet Gulmez, Mehmet Duran, Berîvan Adim, Enver Baykurt û Celal Aydin." Welatî bi hinceta ku di medyaya civakî de 'propagandaya rêxistinê' kirine hatin girtin.

Mehmet Durmaz bi şertê kontrola edlî hate berdan, 9 kesên ku hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê.

EDENE

Li Edeneyê jî polîsan beriya bi 2 hefteyan bi ser malan de girtibûn û 9 kes bi hinceta ku alîkarî dane bûyera bombekirina Walîtiya Edeneyê binçav kiribûn. Dozgeriyê bi hinceta ku 'endamên rêxistinê ne' û 'alîkarî dane rêxistinê' ew şandin dadgehê. Di encamê de 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 6 kes hatin girtin. Ên ku hatin girtin birin Gîrtîgeha Tîpa F a Kurkuçulerê.