Çîçek ê CHP’yî: AKP 16’ê Nîsanê dikare were rawestandin!

Serhengê berê, Wekîlê CHP’ê Dursun Çîçek ji ANF’ê re axivî û got ji bilî kesên ku ji desthilatdariya AKP’ê dixwin her kes ji polîtîka, hişmendiya dîktayê û şêwaza rêveberiya Tirkiyê ya bi destê hikûmetê tengezar e.

Wekîlê CHP’ê Dursun Çîçek diyar kir ku ji bilî wan kesên ku ji polîtîkayên AKP’ê dixwin her kes ji AKP’ê tengezar e, ne razî ye û got, divê 16’ê Nîsanê her kes li azadiya xwe xwedî derbikeve û bibêje, ‘NA’.

Serhengê berê, Wekîlê CHP’ê Dursun Çîçek got, ji dilî kesên ku ji desthilatdariya AKP’ê dixwin her kes ji polîtîka, hişmendiya dîktayê û şêwaza rêveberiya Tirkiyê ya bi destê hikûmetê tengezar e. Çîçek bi berdewamî got: ‘’Ji leşkeran bigirin ta bi CHP’ê, HDP’ê, Kurd, Elewî, kedkar her kes ji vê hikûmetê tengezar e. Tenê beşek heye ku ji van ne tengezar e, ew jî ew kes in ku ji vê desthilatdariyê dixwin, para xwe digirin.’’

Çîçek diyar kir ku li Tirkiyê ti saziyeke li ser piyan nemaye û got: ‘’Daraz, polîs, leşker, îstîxbarat kanî? Hemû têk çûn’’

 ‘28’Ê SIBATÊ BI KAR ANÎN Û DI NAV LUKSÊ DE MANE’

Çîçek diyar kir ku hikûmet pêvajoya 28’ê Sibatê ji bo xwe bi kar aniye û got: ‘’Li ser 28’ê Sibatê dilîzin, tişta ku herî baş dikin lîstin e’ Çîçek diyar kir ku hikûmet ne mexdûrê 28’ê Sibatê ye û got AKP 28’ê Sibatê bi kar tîne, dixwaze pê dengan bidize û gel bixapîne. Çîçek got: ‘’Di rewşa berdest de bi artêşeke zêrevanan digerin, luks dijîn, bi balafirên taybet digerin, ev mexdûrbûneke çawa ye? Dikin ku em li Erbakanê rehmetî bigerin’’

 ‘DESTHILATDARÎ PAR VE NEKIRIN Û NIHA SERÊ HEV DIXWIN’

Çîçek got bi navê têkoşîna dijî FETO bi hezaran mirov bêyî ku îfadeya wan bistînin ji kar kirin, dibistan girtin, wekîl û nûçegihan girtin û wiha dom kir: ‘’Hikûmeta AKP û FETO bi salan di heman rêyê de meşiyan. Heta kengî? Heta bi Kanûna 2013’an. Piştre ketin qirika hev, li ser parvekirina milet, dewlemendî û desthilatdarî li hev nekirin. Niha jî serê hev dixwin. Paşmerên herduyan jî hene; ew jî emperyalîzm e. Herdû jî xizmeta vê dikin. Bêrîkên xwe tije kirin, di nav kêf û şahiyê de dijîn û gel jî kirin hewce û bêyî fedî ji ber alîkariyê pesnê xwe didin, dewleta sosyal wiha şîrove dikin.’’

‘16’Ê NÎSANÊ FERSEND E’

Çîçek diyar kir, ji bo ku ji vê çûnê re ‘Na’ were gotin 16’ê Nîsanê fersend e û wiha domand: ‘’Divê gel li komarê, li demokrasî, mafê mirovan xwedî derbikeve. Ez bawer dikim ku wê ‘na’ derbikeve. Heke ‘erê’ derkeve ev zext, Rewşa Awarte, tundiya dewletê wê zêdetir bibe. Ji bo vê jî divê her kes li azadiyên xwe xwedî derbikeve.’’