Zelenskî û Putîn wê li Tirkiyeyê bicivin
Serokê Dewleta Ukranyayê Vîlademîr Zelenskî ragihand ku wê 15’ê Gulanê bi Serokê Dewleta Rûsyaym Vîlademîr Putîn re li Tirkiye bicive.
Serokê Dewleta Ukranyayê Vîlademîr Zelenskî ragihand ku wê 15’ê Gulanê bi Serokê Dewleta Rûsyaym Vîlademîr Putîn re li Tirkiye bicive.
Serokê Dewleta Ukrayna Vîlademîr Zelenskî eşkere kir ku wê 15’ê Gulanê bi Serokê Dewleta Rûsya Vîlademîr Putîn re li Stenbolê hevdîtinê bike.
Zelenskî yê ku li ser hesabê X’ê peyamek da got: “Ji bo bingeheke saxlem a dîplomasiyê ji sibe û şûn ve li benda aştiyeke tam herdemî ne. Ti wateya kuştinê nîne. Ezê roja Pêncşemê li Tirkiye li benda Pûtîn bim. Hêvîdarim ku vê carê Rûsya li dû ti hincetan negerin.”
Serokê Dewleta Rûsya Vîlademîr Putîn, piştî banga lîderên Ewropa ya agirbesta 30 rojî ya li Moskovayê erê kirin û şûnde, Ukrayna vexwendibû ‘hevdîtinên rasterast’ ên 15’ê Gulanê li Stenbolê pêk were.
Serokkomarê AKP’î Erdogan daxuyaniyên Serokê Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn a hevdîtinên aştiyê yên Rûsya-Ukrayna li Stenbolê dewam bikin, bi kêfxweşî pêşwazî kir û diyar kir ku Tirkiye amade ye ji muzakereyên aştiyê re.
Piştî daxuyaniya Zelenskî Serokê Emerîka Donald Trump bang li Ukranyayê kir û got: ‘Niha erê bikin’.