Bîlançoya operasyona rojavayê Mûsilê: 929 çete hatin kuştin
Polîsê Federal ê Iraqê, encamên operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê eşkere kir, ku operasyon hê jî dewam dike.
Polîsê Federal ê Iraqê, encamên operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê eşkere kir, ku operasyon hê jî dewam dike.
Midûrê Polîsê Federal ê Iraqê Şakir Cewdet got, "Ji destpêka operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê û vir ve 929 terorîst hatin kuştin. 84 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û 3 balafirên bê mirov ên keşfê hatin xistin."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Hêzên polîsê federal, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Rojavayê Mûsilê de ku hê dewam dike, 26 gund, tax û Balafirgeha Mûsilê rizgar kirin. 929 çete hain kuştin, 84 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin, 3 balafirên keşfê yên bê mirov hatin xistin û wesayîteke bombebarkirî hat îmhakirin. Hêzên polîsê federal 170 mayîn bê bandor kirin û dest danîn ser 30 êlekên bombeyî yên ji bo çalakiyên xwekujiyê tên bikaranîn. Wekî din 48 mêvanxane, 4 tunel û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin."