ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Frankfûrtê standa ‘NA’
Platforma NA ya Frankfûrtê, wê li navendên bajêr her roja Şemiyê konê enformasyonê yê ‘NA’ a referandûmê deyne. -
KNK: Gelê Kurd dost, parêzvan û hevalekî xwe winda kir
KNK: Bi wefata Birêz Essa Moosa re, me weke gelê Kurd dostekî xwe, parêzvanekî xwe, hevalekî xwe winda kir. Em gelekî xemgînin. Gelê Kurdistanê wî ji bîr nake û wê neke jî. -
Li Mûsilê derb li DAIŞ'ê hat xistin
Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, di bomberdûmanê de 2 ji berpirsyarên DAIŞ'ê li Mûsilê hatine kuştin. -
Asûrî-Suryanî wê li ber dîktatoriyê rabin
Asûrî-Suryaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn dan xuyakirin, ku wê di referandûma li ser destûra bingehîn a rê li ber dîktatorî û rejîma şexsekî vedike, dengê 'NA' bidin. -
Li ser kampanya 'NA' li Fransayê civîn hatin lidarxistin
Di çarçoveya kampanya 'NA' de li bajarên Dreûx û Creîl ên Fransayê civînên gel hatin lidarxistin. -
Ji bo Ozdemîr li Kasselê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Ji bo Mûsa Ozdemîr (Tîrêj Gîvara) ê li Edeneyê di 24'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, li Kasselê merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin. -
Welatparêzê Kurd Bayram Taşpinar li Goteborgê jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Bayram Taşpinar, ku demeke dirêj li Swêdê dima, ji ber kanserê duh jiyana xwe ji dest da. -
Li Stockholmê tûrnûvaya futbolê ya ji bo piştgiriya Kurdistanê
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo piştgirî ji gelê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re bê dayîn, duh tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin. -
Komkujiya li Xerabê Bava hat şermezarkirin
Komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê û derdora wê dike, li Fransa, Awûstûrya û Elmanyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Kongreya 2. a MSD'ê qediya
Kongreya 2. a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk qediya. Encamên kongreyê bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin. -
Li Ewropayê êrîşên dewleta Tirk tên protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava û gudên derdor protesto kirin. -
Yên ku li ser ‘Siberoja Sûriyeyê’ gotûbêjan dikin hê jî li heman odeyê neciviyane
Tevî ku hevdîtinên Cinêv-4 kete roja xwe ya 3’emîn jî, hê jî Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê de Mîstûra nekariye aliyan di heman odeyêde li hev bicivîne. -
Ehmed û Derar bûn hevserokên MSD′ê
Di kongreyê de Îlhan Ehmed û Riyad Derar ji bo hevserokatiya MSD’ê hatin hilbijartin. -
Li Fransayê li dijî serokê nîjatperest xwepêşandan
Li bajarê Nantes ê dikeve rojavayê Fransayê, di navbera polîs û hezara kesên li dijî mîtînga serokê nîjatperest Marîne Le Pen daketin kolanan de şer derket. -
Li Amsterdamê li dijî êrîşên li ser gundên Xerabê Bava û Telatê nerazîbûn
Li Amsterdamê, dorpêç û êrîşên hovane ên artêşa Tirk a li ser gundên Mêrdînê hatin şermezarkirin. -
Bi kêran êrîşî kesên belavokên NA belavdikirin hate kirin
Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (BHH), diyar kir ku li Stenbolê dema ku endamekî wan belavokên NA ya ji bo referadûma gûhertina Destûra Bingehîn belavdikir hatiye kêrkirin. -
Li Amedê qedexeya derketina derve hate rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku duh li Lice, Farqîn û Pasûr hate îlankirin û bû sedema kesek jiyana xwe jî ji dest bide, îro hate rakirin. -
Ehmed: Yekane rêya çareseriyê Federasyona Demokratîk e
Îlhan Ehmed a ku di kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de axivî, diyar kir ku hat îsbatkirin ku li Sûriyeyê di şerê 6 sal e didome de yekane rêya çareseriyê ya ji bo kirîzan sîtema Federasyona Demokratîk e. -
Li Zurîhê dostê Kurda hatin cem hev: Divê piştgirî were mezinkirin
Li Zurih a Swîsreyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Zurîhê, DEM-KURD bi sazî û dezgeyên Swîsreyê ve hatin cem hev. Di aktîvîteyê de li ser xebatên hevpar nîqaş hatin kirin. -
Xizmên windayan: Hişmendiya dewletê ya 90’î û niha heman e
Li Îzmîr û Amedê çalakiyên edaletê yên ximên windayan û parêzvanên mafê mirovan didomin. Di çalakiyê de îşaret bi pêkanînên salên 90’î hate dayîn, bal kişandin ser bûyerên ku li gundê Xerabê Bava diqewime. -
,Li Marsîlyayê xebatên ‘NA’ didomin
Kurdistaniyên li Marsîlyayê, xebatên ji bo referanduma ‘Na’ didomînin. -
Yildirim: Divê Gilhê Wezîrê Karê Navxweyî li Dîwana Edelatê ya Laheyê were kirin
Yildirim ê HDP’yî bi şêniyên gundê Xirabê Bava re axivî û got, ‘’Wezîrê Karê Navxweyî êşkence qebûl kiriye û divê gilhê wî li Dîwana Edelatê ya Laheyê were kirin’’ -
Li Brûkselê resepsiyona ‘’doza PKK’ê’
Li Belçîkayê ji bo kesên ku par destek dane kampanyaya doza têkildarî PKK’ê resepsiyonek hate dayin. -
Li Wuppertal û Parîsê xebatên referandûmê
Xebatên Kurdistaniyên li derveyeyî welat li dijî dîktatoriya ku tê xwestin bi hevalbendiya AKP-MHP’ê di referandûmê de pêk were, didomin. -
Platforma ‘’NA’ ya Hollanda: Em em bi hev re ne û dibêjin, ‘’NA’
Platforma ‘NA’ ya Hollanda got. ‘’Em hem dema xwe ya niha û em jî siberoja xwe bi dest zilamekî ve bernadin’’