Rê nedan ku wekîl bi Demrîtaş re hevdîtinê bikin
Parlementer Sirri Sureya Onder û Celal Dogan ên ku xwestin bi Hevserokê Gişt yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bike, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin.
Parlementer Sirri Sureya Onder û Celal Dogan ên ku xwestin bi Hevserokê Gişt yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bike, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin.
Parlemnterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureya Onder û Parlemeterê Stenbolê Celal Dogan ên ku bi armaca ziyaretê bi Hevserok Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin bike, rê nehat dayîn.
Wekîlên ku daxwaza xwe ya hevdîtinê ji bo rêveberiya girtîgehê ragihandin, diyar kirin ku rênedayîna hevdînê pêkanînekî kêfiye û ji girtîgehê vegeriyan.
Îro bi boneya hevdîtina vekirî wê Demîrtaş bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.