Ji parêzerên Ocalan peyama 'Essa Moosa'
Parêzerên Ocalan ji bo Essa Moosa peyama sersaxiyê dan.
Parêzerên Ocalan ji bo Essa Moosa peyama sersaxiyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Essa Moosa, parêzerê Lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela, ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû peyama sersaxiyê dan.
Peyama parêzerên Ocalan wiha ye:
"Em bi êşeke giran pê hesiyan ku hempîşeyê me yê qedirbilind û dostê me Essa Moosa çûye ser dilovaniya xwe.
Bi parêzeriya Nelson Mandela li dijî rejîma Apartheîd bê sekn û rawest bû xwedî têkoşîneke giranbuha ya hiqûqê. Têkoşîna xwe ya heq-hiqûqê û azadiyê bi hevgritina hemû berxwedêrên dinyayê domand. Ev hevgirtina xwe di darizandina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de jî ku sala 1999’an li Imraliyê dest pê kir, nîşan da û li gel me bû. Li gel ku temenê wî bi pêş de çûbû jî gelek caran hate Tirkiyê, ji bo ku biçe girava Imraliyê kêferat kir lê her carê Wezareta Dadmendiyê ev daxwaz asteng kir. Van hêlên neyênî ti caran nekir ku ew dev ji ya xwe berde lê hevgirtina xwe ya ji bo me qeyîmtir kir.
Em weke parêzerên Birêz Abdullah Ocalan diyar dikin ku di têkoşîna me ya hiqûqa demokratîk de, têkoşîna Essa Moosa, lêgerîna wî ya li heq û dadmendiyê her dem ji bo me bû rênîşandar û hêz be. Ji bo vê jî em dixwazin diyar bikin ku em ji wî û têkoşîna wî ya hiqûqê gelek tişt hîn bûn.
Her çendî em bi çûna Essa Moosa pir êşiyabin jî, em pê dizanin ku bendewariya wî ji me ew e ku em têkoşîna hiqûq û dadmendiyê bê rawest bidomînin. Em jî bêyî ku vê daxwazê ji bîr bikin, di wê rêyê de ku wî şanî me daye, em ê bimeşin, di serî de malbata wî û dost û hezkiriyên wî em sersaxiyê didine hemû hevalên wî yê têkoşînê û gelê hiqûqmendan."