Civîna Dolmabahçeyê bi çi rengî hat plankirin?

Alî wê xal bi xal serenav nîqaş bikira û ji bo formulekirina naverokên wan, di hin xalan de komîsyoneke ji pisporan bihata avakirin. Xala herî dawî ya 10 xalên di 28'ê Sibatê de hatin aşkerekirin, guhertina destûra bingehîn bû.

9'ê Çileya 2015 Girava Îmraliyê...

Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken ên HDP'yî tevî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle piştî bi mehan, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê.

Heyeta HDP'ê dema ket hundirê odeya Ocalan lê ye, Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû û rayedarên dewletê yên pê re li odeyê amade bûn.

Dervîşoglû bal kişand ser griîngiya civînê û anî ziman, ku maseya civînê ya heyetên berfireh li dora wê bicivin tê amadekirin. Ev 'maseya' qala wê tê kirin piştre hat çêkirin, lê ji aliyê Erdogan ve hat înkarkirin.

Ocalan girîngiya vê civînê nirxand û ji ber ku bi formateke nû hat lidarxistin, weke rewşeke 'dîrokî' pênase kir.

Û Heyeta HDP'ê, naroka civîna bi hikûmetê re ya beriya çûyîna Girava Îmraliyê ji Ocalan re gotin. Di nava vê demê de Heyeta HDP'ê çend hevdîtin kir. Onder ê HDP'yî hevdîtin bi vî rengî ji Ocalan re ragihand:

Onder: Di nava vê demê de me bi Hakan û Efkan beg, bi Yalçin beg û Serokwezîr re hevdîtin kir. Hevdîtina herî dawî ya me bi Serokwezîr re kir, ji ber ku kurteberiya hemû hevdîtinan e hûn dixwazin wê ji we re ragihînim. Di civîna dawî ya bi Serokwezîr re, Yalçin beg, Efkan beg û Mûhammed beg hebûn. Ez û Pervîn xanim lê amade bûn. Me ew civîn li Stenbolê li Qesra Dolmabahçeyê pêk anîn.

Belê, demek beriya civîna hevpar a 28'ê Sibata 2015'an, civîneke din Heyeta HDP'ê û hikûmetê ku Serokwezîr jî beşdar bû, li Qesra Dolmabahçeyê hat lidarxistin.

Ocalan: Civîna li wir girîng e. Lê belê civîna em îro li vir pêk tînin, civîna biryara li ser muzakereyê ye. Ji civîna desteya wezîran jî girîngtir e.

Li gorî vegotinên Onder, Davûtoglû di vê civînê de ji bo bûyerên 6-7'ê Cotmehê HDP û Demîrtaş rexne kiriye. Der barê pêkanîna vê hevdîtinê de jî bi endîşe û guman bûye. HDP'yiyan jî polîtîkaya AKP'ê ya li ser Kobanê rexne kirin û li dijî kampanya lînçkirina Demîrtaş û partiya wan derketine. Bi kurtasî; pêvajoya bihurî hatiye nirxandin û HDP'yiyan pêşniyar kirine ku eger civînên ji niha û pê ve bi hikûmetê re bên kirin, ew ê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bikin.

Onder bi vî rengî vê nîqaşê ji Ocalan re radigihîne: Me ragihand, ku divê helwestên di ser çapemeniyê re tên nîşanan û pêvajoyê dixe nava zor û zehmetiyê de bên terikandin. Wî bi xwe jî ji Yalçin re got ku di van mijaran de daxuyaniya hevpar dikare bê dayîn.

Ocalan bal kişand ser girîngiya daxuyaniyên hevpar û dest bi nirxandina mijarên din kir.

** 

4'ê Sibata 2015

Di hevdîtina li Îmraliyê de Heyeta HDP'ê, Heyeta Dewletê û Ocalan amade ne. Di vê civînê de, ji bo pêvajo bi zelalî bimeşe û alî bikevin bin barê berpirsyariyê, dayîna daxuyaniyeke hevpar dikeve rojevê. Pêşniyar ji aliyê Ocalan ve tê kirin. Û bi berfirehî ji aliyan re vedibêje, ku bi vê daxuyaniyê re wê pêvajo bi çi rengî dewam bike.

Ocalan naveroka daxuyaniya bê dayîn bi vî rengî formule dike:

"Xala di asta duyemîn de girîng; terikandina têkoşîna çekdarî ye. Di rêya çareseriya demokratîk a li ser bingeha neh-deh serenavên di rojeva aliyan de ne, di pêvajoya vê muzakereyê de piştî lihevkirina li ser hin pîvanan, ji bo biryareke stratejîk a terikandina têkoşîna çekdarî werbigire, ez ê PKK'e vexwînim, ku di mehên biharê de kongreya xwe ya awarte bicivîne. Ev yek beyana niyetê ye. Eger em li ser mutabaqata neh-deh xalan li hev bikin, li şûna têkoşîna çekdarî ji bo derbasî siyaseta demokratîk bibe ez vê beyan dikim. Vê yekê hem di nava xwe de hem jî li Qendîlê baş nîqaş bikin."

Di çarçoveya perspektîfa Ocalan de HDP metnekê amade kir û pêşkêşî heyeta dewletê kir. Heyeta dewletê jî piştî demekê metneke din amade kir û ji HDP'ê re ragihand. Di vê metna dewletê de gavên ji bo çareseriyê werin avêtin nînin, bi tenê rê û rêbaza terikandina çekan a PKK'ê tê nivîsandin. HDP'ê ev metn pêşkêşî rêveberiya KCK'ê kir. KCK bi tundî li dijî vê metnê derket û red kir. Cemîl Bayik bi gotina, 'bila henekê xwe bi me nekin, em ne zarok in' bersiv da vê helwesta AKP'ê.

Ji bo çareseriya krîza li ser metna mutabaqata hevpar, di 27'ê Sibata 2015'an de li Girava Îmraliyê civîneke din hat lidarxistin. Û alî li dora maseya mezin a ji bo muzakereyê hatibû amadekirin li hev civiyan. Ocalan her du metnên heyeta dewletê û HDP'ê nirxand û ji bo wan veguherîne metneke hevpar bi her du heyetan re nîqaş kir.

Di daxuyaniya Dolmabahçeyê de nuqteya ku Enqere û Qendîlê li ser li hev nedikirin, xala 'têkoşîna çekdarî' bû.

Ocalan di hevdîtina 27'ê Sibatê de ji bo krîza navbera aliyan çareser bike, ev nirxandin kir:

Ocalan: Ez dixwazin xusûsên vê metnê yên li dij tên derketin, hîn bibim. Endîşeyên heyetê rast e. Ji ber vê hişyarî û baldariya we jî spasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Lê belê min her tişt piştî xwendinê îmze kir. Niha jî dixwînim û nêrînên xwe ji we re dibêjim. Li şûna 'ez ê vexwînim' dikare 'ez vedixwînim' bê gotin. Ji xwe di vir de dinivîsîne ku beyana niyeta baş e. Banga bingehîn ez ê bi xwe li gorî helwesta hikûmetê bikim. Min berê jî gotibû, ji bo vê yekê di bin sîwana Meclîsê de komîsyonek divê were avakirin, pêwîste mirovên ji Heyeta Şopandinê amade bin. Eger ev werin kirin, ez ê bangek ji Danezana Newrozê wêdetir bikim. Divê hikûmet jî vê yekê bi vî rengî binirxîne. Weke daxuyaniya hevpar, ti şik û guman nîne ku hûn vê metnê bixwînin. Îmzeya min îmzeyek ji rêzê nîne. Min emrê xwe yê 55 salan da vê têkoşînê. Pêwîste wateya îmzeya min bê zanîn.

Di dewama hevdîtinê de Dervîşoglû bi xwe dibêje ew ê di civîna sibe de (Civîna 28'ê Sibatê) Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Mahîn Unal jî amade bin.

Ocalan vê agahiyê bi vî rengî şîrove dike: Hatina Cîgirê Serokê Komê Mahîr Unal girîng e. Ji ber ku qanûn wê di Meclîsê de bên amadekirin. Ew jî serkêşê koma li Meclîsê ye. Bi vî rengî wê li pêşberî raya giştî soza amadekirina van qanûnan hatibe dayîn.

Di vê kêliyê de HDP'yî, fikarên xwe yên li ser Qanûna Ewlekariya Cemaweriyê ya li Meclîsê dihat nirxandin, anîn ziman.

Ocalan: Eger qanûna ewlekariyê bê derxistin, herî zêde ew ê zerarê bibînin. Eger AKP bixwaze otorîter bibe, ew ê xwe biqedîne. Eger AKP heqîqî nebe, vê carê wê gerîla şerê heqîqî bide destpêkirin. Eger bêjin lihevkirin nîne, çareserî nîne, aştî nîne û faşîzm bê ferzkirin, hingî wê şer destpê bike. Vê ji wan re bêjin. Dayîna vê daxuyaniyê ji aliyê we ve girîng e. Divê hûn sibe bikin. Sibe 28'ê Sibatê ye, li salvegera darbeyekê rast tê. Ji bo me mirovên dijberê darbeyê, ev girîng e. Musteşar beg jî dikare tevlî civîna daxuyaniyê bibe yan jî dikare tevlî jî nebe. Ew bi xwe dizane. Gelek keda xwe heye. Tevlîbûna wî dibe, lê em vê ferz nakin. Eger tevlî bibe, mîna hekemekî dikare bi du metreyan di navbera her du heyetan de be. Ev wê helwesteke rasttir be. Mîna hekemekî di navbera aliyan de wê xuya bike. Lê weke min got, di vê mijarê de em tiştekî ferz nakin. Ez qala encameke mezin a xebateke şeş salan dikim.

Heyeta Dewletê û Heyeta HDP'ê ya piştî vê hevdîtinê ji Girava Îmraliyê vegeriyan, ji bo daxuyaniya hevpar a piştî rojekê yanî 28'ê Sibatê li hev kirin. Dewletê bi xwe xwest civîn li Qesra Dolmabahçeyê pêk were.

Heyeta HDP'ê gava di 28'ê Sibatê de çû Dolmabahçeyê, di mijara şeklê rûniştinê de pirsgirêkek rû da. Di vê kêliyê de Yalçin Akdogan li Erdogan geriya û agahî da wî. Erdogan jê re got, 'Li tiştên biçûk nealiqin, daxuyaniyê bidin' û xwest civîn were lidarxistin.

Civîn di destpêkê de bi kamera hat qeydkirin û piştî nîv saetê hat weşandin.

Heman rojê piştî nîvro Erdogan ji bo biçe Erebîstana Siûdî çû balafirgehê û di civîna çapemeniyê ya li balafirgehê de daxuyaniya Dolmabahçeyê ji Erdogan hat pirsîn. Wî bi xwe got ku ew bi hesret li benda vê daxuyaniyê bû û ya girîng pêkanîn e.

Lê belê heman Erdogan piştre got ku haya wî ji vê civînê nîne û ev civîn şaş e.

Weke encam; di 28'ê Sibatê de bi daxuyaniyeke dîrokî re metna mutabaqatê ya ji 10 xalan hat xwendin. Lê belê hikûmet piştî dayîna daxuyaniya li Dolmabahçeyê, ji nava metna mutabaqatê ya ji 10 xalan bi tenê li beşa 'çek danînê' aliqî û hewl da pêvajoyê manîpule bike.

Halbûkî li gorî axaftinên li Girava Îmraliyê hatin kirin û lihevkirina ji van hevdîtinan derket, pêvajo wê bi vî rengî dewam bikira;

Bi tevlîbûna endamên nû li nava heyeta heyî re Ocalan wê heyeta xwe ya muzakereyê ava bikira. Heyeta Dewletê jî mîna du hevdîtinên dawî wê di hevdîtinê de cih bigirta. Heyeta li ser navê dewletê li wir amade, diviyabû xwedî erka biryardayînê bûya.

Bi mutabaqata her du aliyan re wê heyeteke çavdêr bihata amadekirin û vê heyetê jî di rewşeke gengaz a xitimandinê de wê li alternatîfan bigeriya. Her wiha heyeta çavdêr wê pratîka her du aliyan kontrol bikira, bê li gorî lihevkirinê gav tên avêtin an na.

Alî wê xal bi xal serenav nîqaş bikira û ji bo formulekirina naverokên wan, di hin xalan de komîsyoneke ji pisporan bihata avakirin.

Di encama lihevkirinê de jî wê guhertinên qanûnî bihata kirin. Xala herî dawî ya 10 xalên di 28'ê Sibatê de hatin aşkerekirin, guhertina destûra bingehîn bû.

Eger pêvajoya muzakereyê ji bo aliyan encameke serketî biafiranda, komîsyona meclîsê bihata avakirin û bi Ocalan re hevdîtin bikira, hingî wê rojeva Kongreya PKK'ê zelal bibûya. Ji xwe Ocalan dabû xuyakirin, ku ew ê bi rêya komîsyonê mesajeke girêdar bida.

Di hevdîtina 5'ê Nîsana 2015'an de ku heyetên HDP û dewletê lê amade bûn, Ocalan nêrînên xwe yên li ser mesaja Newrozê û hilbijartinan bilêv kir. Navên kesên di nava heyeta çavdêriyê de cih bigirin, careke din hatin nirxandin. Û piştî Newrozê wê heyeta çavdêriyê tevî heyeta dewletê û heyeta HDP'ê li Girava Îmraliyê li dora maseya muzakereyê rûnişta. Bi vî rengî wê pêvajo bi awayekî fermî destpê bikira.

Lê belê ev hevdîtin bû hevdîtina dawî ya bi Ocalan re hat kirin.

Piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê bi gotina 'mase nîne, muzakere nîne, Dolmabahçe nîne' re maseya li Îmraliyê 'ji bo çareseriyê hatibû danîn' hat qelibandin.