Malbatên girtiyan: Bila daxwazên li Şakranê werin qebûlkirin
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat destpêkirin, di roja 13. de ye. Malbatên ku xizmên wan li Girtîgeha Şakranê ne bang kirin û xwestin, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat destpêkirin, di roja 13. de ye. Malbatên ku xizmên wan li Girtîgeha Şakranê ne bang kirin û xwestin, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê, li dijî binpêkirina mafên mirovan, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk, ji 15'ê Sibatê û vir ve bi rengekî bê dem û bê dorveger di grevê de ne. Greva birçîbûnê îro ket roja 13'an. Li beşa T2 8, li T3 5 û li beşa jinan jî 5 girtî di grevê de ne.
Girtîgeha Şakranê, ku her roj hê bêhtir mafên mirovan tên binpêkirin, bûye kampa îşkenceyê. Li vê girtîgehê, nêzîkatiyên nebaş û îşkenceya fîzîkî li malbatên diçin serdanê jî tê kirin. Ji ber ku cezayê ragihandin û têkilî û axaftina bi derve re li girtiyan hatiye birîn, agahiyeke zelal ji girtîgehê nayê bidestxistin.
Malbatên ku xizmên wan li vê girtîgehê ne, ji rewşê bi fikar in. Malbatên ku li ber deriyê girtîgehê di dema lêgerînê de sixêf û îşkenceya tacîza fîzîkî li wan tê kirin, ji ber ku nerazîbûn nîşanî vê dan, ji bo mehekê cezayê qedexekirina hevdîtinan li wan hat birîn.
PÊKANÎNÊN XERAB Û ÎŞKENCE
Yek ji girtiyên li Girtîgeha Şakranê dimeîne Abdulvarî Yildirim e, ku 24 sal in girtî ye. Hevsera Yildirim Hanim Yildirim da xuyakirin, ku şert û mercên girtîgehê gelekî giran bûye. Yildirim anî ziman, ji ber îşkence û binpêkirina mafan, girtî neçar mane dest bi greva birçîbûnê bikin û got, "Divê derhal bersiv ji vê re bê dayîn. Em kengî diçin hevdîtinê, nêzîkatiyên xerab li me tên kirin. Ez ji vê derê bang dikim; bila daxwaz bên qebûlkirin; girtiyên nexweş hemû bên berdan."
'BILA HEYETEK BI LEZGÎNÎ BIÇE'
Girtî Yûsûf Aydin jî çend roj berê îşkence lê hat kirin û li odeya îzolekirî hat bicihkirin. Hevsera wî Çîçek Aydin diyar kir, îşkence li hevserê wê hatiye kirin û di axaftina dawî ya telefonê de jê re gotiye, "Divê rewşa li girtîgehê bi lezgînî bibe rojev." Aydin da zanîn, îşkence û pêkanînên xerab di nava sala dawî de gihîştiye asta herî bilind û got, "Bi Rewşa Awarte re li girtîgehan zext û îşkence hem li me hem jî li girtiyan zêde bûne. Em kengî biçin hevdîtinê, bi rengekî nebaş nêzî me dibin û sixêfan li me dikin. Li girtiyên nexweş jî bi taybetî îşkenceyê dikin. Ji xwe wan derman nakin. Di ser re îşkenceyê dikin. Herî dawî îşkence li wan hatin kirin û li odeya îzolekirî hatin bicihkirin. Pêwîste heyetek bi lezgînî biçe girtîgehê û lêkolînan bike. Li wê derê tiştên gelekî nebaş diqewimin."
'DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Yek ji girtiyê tevlî greva birçîbûnê bûye Abdurrahman Yildirim e. Xwişka wî Turkan Yildirim bal kişand ser zêdebûna kiryarên xerab û îşkenceya li girtîgehê û got, "Her roj îşkenceyê li girtiyan dikin. Her wiha sixêfan li me dikin. Kekê min ê girtî, nexweş e. Tedawiya wî nakin û di ser re îşkenceyê lê dikin. Divê bi lezgînî hevdîtin bi wan re were kirin. Em nikarin agahiyeke zelal ji girtîgehê bigirin. Ceza li gelekan hatiye birîn. Em jî dema li ber pêkanînên xerab ên li me tê kirin rabin, ceza li me jî dibirin. Di dema lêgerînê de heta nava kincê pitikan jî digerin. Veguheriye kampa îşkenceyê. Divê daxwazên girtiyan bi lezgînî werin qebûlkirin û em derhal dengê xwe yê di vî warî de bilind bikin."
'PÊWÎSTE EM DENGÊ GIRTIYAN BIDIN BIHÎSTIN'
Eren Tekîn jî yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ye. Xwişka wî Hediye Tekîn anî ziman, birayê wê ev 24 sal in di girtîgehê de ye û diyar kir, girtî ji ber îşkenceya li wan tê kirin ketine greva birçîbûnê. Tekîn got, "Ez timî diçim hevdîtinê. Îşkence li girtiyan tê kirin. Çima raya giştî vê mijarê nake rojev? Eger bala raya giştî li ser bûya, wê girtî niha ne di grevê de bûna. Ji ber ku tiştekî din ê bike nema ye, li dijî îşkenceyê ketine greva birçîbûnê. Divê her kes bi berpirsyarî rabe. Pêwîste em rabin ser piyan û berî li Şakranê tiştek biqewime, tevbigerin. Pêwîste em bibin dengê girtiyan."