Konseya Ewropa: Tirkiye li ser rêya otokrasî û 'rejîma şexsekî' ye
Konseya Ewropayê da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê 'sîstema demokratîk bi rengekî dramatîk qels bûye û ketiye ser rêya rejîmeke şexsekî û otoktratîk."
Konseya Ewropayê da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê 'sîstema demokratîk bi rengekî dramatîk qels bûye û ketiye ser rêya rejîmeke şexsekî û otoktratîk."
Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê, ku bi lêkolînkirina reformên destûra bingehîn wezîfedar e, li ser rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê raporek amade kir.
Rapor di rojnameya Suddeûtsche Zeîtûngê de hat weşandin. Di raporê de hat destnîşankirin, ku Tirkiye vê gavê ji hemû mekanîzmayên pêwîst ên dikarin pêşî li rejîmeke otorîter bigire, bêpar e.
Di raporê de destûra bingehîn a dîktatoriyê tê rexnekirin û tê gotin, hemû mekanîzmayên kontrolkirinê yên parlamentê yan jî saziyên dadgeriyê, ku biryarên Serokkomar kontrol bikin, bi temamî ji holê tên rakirin.
Li gorî nûçeyê, komîsyon diyar dike, ku di sîstema nû ya serokatiyê de ku niha rojeva Tirkiyeyê ye, Serokkomar bêyî ku kontrola wî bê kirin wê karibe hemû wezîran wezîfedar bike yan jî ji wezîfeyê bigire. Di dewama raporê de tê destnîşankirin, Serokkomar wê ji her demê bêhtir welêt bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de bi rê ve bibe û wê karibe dema Rewşa Awarte dirêj bike.
Li gorî komîsyonê, dadgeriya ku li Tirkiyeyê qels bûye, bi sîstema nû ya serokatiyê re wê serxwebûna wê bi temamî ji dest biçe.
Komîsyon nerazî ye, ji ber ku ev guhertin di nava şert û mercên Rewşa Awarte de tê kirin.
Di beşa encamê ya raporê de hat gotin, "Ji ber ku azadiya siyasî gelekî hatiye bisînorkirin, ev yek dibe asteng ku çarçoveya demokratîk a ji bo referandûma destûra bingehîn pêwîst e, bafire."
Komîsyon dixwaze dawî li kesaxtina azadiyên siyasî bê anîn.